Di êrîşa nîjadperest de endamê Partiya Çep aKesk hat girtin

  • 20:05 3 Gulan 2023
  • Rojane
STENBOL – Standa Partiya Çep a Kesk a li Kolana Saraçlarê rastî êrişeke nijadperest hatibû. Di êrişê de 7 endamên Partiya Çepên Kesk birîndar bûbûn û hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, 6 jê hatin berdan û kesek jî bi îdiaya "birîndarkirinê" hat girtin. 
 
Standa Partiya Çep a Kesk a li Kolana Saraçlarê ya Edîrneyê, rastî êrişeke nijadperest a komeke nasnameya wê nediyar hatibû. Di êrişê de milê namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Eskîşehîrê Serdal Zimba û Sara Ay şikiyabûn. Piştî êrişê polîs li şûna ku bidin dû koma nijadperest, 7 endamên Partiya Çep a Kesk binçav kiribûn. 
 
Ji kesên hatin binçavkirin 6 jê îro piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Edîrneyê hatin berdan, lê endamê partiyê Suleyman Hizmali bi îdiaya "birîndarkirinê" sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Hizmalê sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan bi heman îdiayê Suleyman Hizmal girt.