Jinên ji Cizîrê piştgirî dan namzetên Partiya Çep a Kesk

  • 14:34 3 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji namzetên Partiya Çep a Kesk re di hilbijartinên Tirkiyeyê de nîşan da û got Partiya Çep a Kesk partiya herî guncav a ji bo armanc û têkoşîna jinan e û bang li jinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku berê xwe bidin ser sindoqên hilbijartinan.
 
Kongreya Star çalakiyeke piştgiriyê bi namzetên Partiya Çep a Kesk re di hilbijartinên Tirkiyeyê de bi dirûşma "Qirkirina siyasî sûc e, dengê xwe bidin jinan" li dar xist.
 
Di çalakiya piştgiriyê ya li qada Yarîgeha Heysem Keco ya li Qamişloyê de, bi sedan jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û ji hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê, nûnerên ji sazî, meclis, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê beşdar bûn.
 
Jinan di çalakiyê de pankartên 'Her tişt ji bo Azadiyê' û 'Silav ji Kooordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê' û ala Partiya Çep a Kesk hildan.
 
Di çalakiyê de li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo berxwedan û têkoşîna jinên Bakurê Kurdistanê ya ji bo pêkanîna demokrasiyê di hilbijartinên Tirkiyeyê de silav kir û wiha got: "Ji qadên şoreşa jinan em berxwedana jin û ciwanên Bakurê Kurdistanê; ji Amedê heta bi Cizîr, Dêrsim, Meletî û Batmanê silav dikin."
 
'Em bawer in ku hilbijartin bi pêşengiya jinan bi ser bikeve'
 
Rîhan bal kişand ser têkoşîna jinan li Kurdistan û Rojhilata Navîn û wiha domand: "Ji ber ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî raber kir û li Rojhilatê Kurdistanê raperîn pêk anîn, îro careke din li Bakurê Kurdistanê bi vîn û israreke mezin beşdarî hilbijartinan dibe ku edalet, demokrasî û aştiyê pêk bîne. Em bawer in ku hilbijartin bi pêşengiya jinan bi ser bikeve."
 
Rîhan got hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo hemû gelên azadîxwaz ên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ne û wiha pê de çû: "Dê ev hilbijartin dîrokeke nû ji me re binivîse."
 
Rîhan di dawiyê de bang li jinan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û wiha got: "Li Bakurê Kurdistanê jinên rola wan di civakê de heye û banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikin, tên girtin û ceza li wan tên birîn. Ji lewre em berxwedana girtîgehan silav dikin, bi taybet berxwedana girtîgeha Îmraliyê. Em piştgiriya xwe bi Partiya Çep a Kesk re ku ji bo azadiya jin û ciwanan têdikoşe, nîşan didin."
 
'Erdogan jî nefesa xwe ya dawî di hilbijartinan de dikişîne'
 
Endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Yusra Derwîş têkoşîna jinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir.
 
Yusra wiha got: "Em silavên xwe yên şoreşgerî ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re rê dikin. Peymana Lozanê bi dawî dibe û Erdogan jî nefesa xwe ya dawî di hilbijartinan de dikişîne."
 
Yusra di dawiyê de got: "Tenê hebûna Partiya Çep a Kesk û tevgera jinan di hilbijartinên li dijî Erdogan de serkeftin bi xwe ye. Dilê me bi we re ye ku xewna Mazlûm Dogan û Kemal Pîr a avakirina komareke demokrat pêk bînin."