Li Silopî û Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin

  • 12:52 3 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Silopiya Şirnexê û Ceyhana Edeneyê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Îro danê sibê li navçeya Ceyhana Edeneyê polîsan bi ser malan de girtin, gelek kes binçavkirin û her wiha li Silopiya Şirnexê jî di encama serdegirtina malan de ciwan hatin binçavkirin. 
 
Şirnex
 
Polîsan îro di danê sibehê de li taxên Barbaros, Cumhuriyet û Nûrê yên navçeya Silopiya ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Mehmet Deger, Ridvan Deger, Ozcam Kartuş, Umut Ozbek û gelek kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. 
 
Nehat zanîn bê ka ciwan bi kîjan sedemê hatine binçavkirin. 
 
Edene 
 
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan Abdulhekîm Aslan û Ramazan Bahadir di nav de gelek kes binçavkirin. Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.