Li başûrê Kurdistanê 8 jin hat qetilkirin

  • 11:27 3 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Kurdistanê tenê di meha nîsanê de 8 jinan li herêmên cuda bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li başûrê Kurdistanê ji ber qedexekirina nûçeyên kuştina jinan di ragihandinê de her roja diçe bûyerên kuştinê zêde dibin. Li gor daneyên me bi dest xistine di meha nîsanê de herî kêm 8 jinan hatin qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Kerkuk
 
7’ê nîsanê li taxa Eden a bajarê Kerkukê cenazeyê jineke 58 salî ku bi tena xwe dijiya di nava mala wê de bi awayekê kuştî hat dîtin.
 
Hecîawa
 
Di 10’ê nîsanê de Hecîawa ya herêma Raperînê, jinekê bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da. Her çiqas mirina wê bi awayekê ku dawî li jiyana xwe aniye hat parvekirin jî lê belê heta niha tu daxuyaniyek fermî der barê bûyerê û sedemên wê de nehatiye dayîn.
 
Rewandiz û Çoman
 
Roja 17’ê nîsanê jinek bi temen 22 salî ya bi navê Şilêr Fathulah li nêzî pira Hafiz di navbera bajarokê Rewandiz û Çomanê de di rûbarê de jiyana xwe jidest da.
 
Ranya
 
Roja 18’ê nîsanê jineke ciwan a bi navê Lara Elî Reza ku rûniştvana Ranyayê ye bi awayê bi guman jiyana ji dest da.
 
Kerkuk
 
Di 19’ê nîsanê de jinek 71 salî û hevjînê wê li taxa Esra û Mefqudînî ya Kerkukê bi tenê dima bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Akrê
 
Roja 20’ê nîsanê li gundê Bedrîkê yê girêdayî bajarokê Akrê jineke ciwan bi navê V.Ş bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û kes û karên wê gotin xwe şewitandiye lê belê heta niha sedema bûyerê nahatiye aşkerakirin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve lêkolîn nehatiye destpêkirin.
 
Soran
 
Di 26’ê nîsanê de ciwanek bi navê Hozan Mistefa Seîd ku rûnîştvana gundê Lêlkan e li sînorê qezaya Sîdekan a îdareya serbixwe ya Soranê bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotinên kesûkarên wê ji ber teqîna xazê beşek zêde ya bedena wê şewitiye, ji ber rêjeya zêde ya şewatê 26’ê nîsanê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Raperîn
 
Di heman roja êvara 26’ê nîsanê de jineke ciwan a temenê wê 18 salî li Qeladiza girêdayî îdareya Raperînê bi girtina cereyanê jiyana xwe ji dest da.