ROJEVA 03'YÊ GULANA 2023'YAN

  • 09:00 3 Gulan 2023
  • Rojev
 
* Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, bertek nîşanê binçavkirin û girtinan da û diyar kir ku dîroka dewletê dîroka qirkirinê ye û operasyonên wan heta niha qet bi dawî nebûne û got: "Lê ew bi van operasyonan nikarin bi ser kevin. Gelê Kurd serî natewîne." Namzeta Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş jî da zanîn ku ev îktîdar êdî dema xwe tijî kiriye û dem dema guhertinê ye. BI DÎMEN 
 
*Di 7'ê gulanê de li Kadikoya Stenbolê mîtînga jinan a Partiya Çep a Kesk tê lidarxistin. Siyasetmedarên jin banga tevlîbûna mîtîngê kirin û gotin: "Li dijî xespkirina destkeftiyên jinan em ê li qada mîtîngê bicivin. Em ê hêzê bidin hevdû û em ê bi hev re bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
*Jinên Silopyê derheqê rojeva hilbijartinê de axivîn û destnîşan kirin ku jin dê bi dengên xwe aştî û wekheviyê bînin vî welatî. DİMEN HEYE
 
*inên der barê îdianameya nû ya der barê Aysel Tugluk de hatiye amadekirin de axivîn, diyar kirin ku armanc çavtirsandine û di îdianameyê de wesfên hiqûqî tune ne. DÎMEN HEYE
 
*Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û jinan diyar kirin ku wê dengê xwe jî bo azadiya jinê bi kar bînin.  Jinan diyar kirin ku wê di her şertî de têkoşîna xwe bidomînin. DÎMEN HEYE