Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çep a Kesk

  • 16:55 2 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bênavber didomin. Di xebatên hilbijartinê de hat gotin ku dê pergalê bi hev re biguherînin. 
 
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bênavber didomin.
 
Îdir 
 
Li Îdirê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hun di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê kirin. Namzetan karker silav kirin û cejna wan ya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê pîroz kirin. Namzet, bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û karkeran kêfxweşiya xwe ya pîrozkirina cejnê anîn ziman. Endam û rêveberên Partiya Çep a Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û akîtîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li namzetan di serdanê de cih girtin. 
 
Îzmîr 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk ên li Herêma Egeyê bênavber didomin. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Îzmîrê Abdulmecît Yildirim li navçeya Narlidere ya Îzmîrê çû serdana esnafan. Abdulmecît, di serdanê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û da zanîn ku dê di van hilbijartinan de îktîdarê têk bibin û azadî û aştiyê bînin welet. Yildirim û endamên partiyê rastî eleqeyeke mezin a esnafan hatin. Welatiyan jî di serdanê de nerazîbûnên xwe yên li hemberî polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê anîn ziman. 
 
Li navçeya Konakê jî endam û rêveberên partiyê serdanên xwe yên esnafan didomînin. Di çarçoveya xebatan de partiyiyan li Sûka Înşaetvan û Xurekan belavok belav kirin. 
 
Manîsa 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Manîsayê jî li navçeya Ahmetliyê bûroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Manîsayê Habîb Eksîk, Vezan Karabûlût, Kerem Taylan, Ayşe Gul, Zubeyde Tarlabolen, rêveberiyên Partiya Çepên Kesk ên Ahmetliyê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyê tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Eleqeyeke mezin a welatiyan bo vekirina bûroya hilbijartinê hebû. Di vekirina bûroyê de welatiyan xelekên govendê gerandin. Bûro, ji hêla namzetên parlamenteriyê û jinan ve bi çepikan hate vekirin. 
 
Namzetê parlamenteriyê Habîb Eksîk di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Divê em dengên xwe yên li Ahmetliyê du qet zêdetir bikin. Dê hemû gel bi hev re têbikoşin û Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin meclisê, teşe bidin pêşeroja xwe û faşîzmê bi dawî bikin. Ya ku dê bêkariyê û xizaniyê bi dawî bike û pêkvejiyanê cîbicî bike jî Partiya Çepên Kesk e. Me ji gelê xwe re got ku dê dê siyaseta cihêkariyê qebûl nekin. Weke partiyê me Rêya 3’yemîn ava kir. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê dikevin hilbijartinê. Ji bo bidawîkirina bêhiqûqiyan em ê destê xwe deynin bin kevir. 14’ê Gulanê dê bibe cejna me. Em ê li her devera Tirkiyeyê govenda serkeftinê bigerînin.” 
 
Mêrsîn 
 
Siyasetmedarê kurd di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê.