Namzet Edalet Kaya: Têkoşîna me dê her berdewam bike

  • 13:37 2 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de jinan li Amedê di civîna taştê de hatin gel hev. Namzeta Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî.
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di civîna taştê de hatin civiyan. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevseroka DBP’a Amedê Hasîbe Yazdik û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Yenîşehîrê li buroya hilbijartinê a jinan di taşê de bi gelek jinan re civiyan. 
 
Kesên biyanî ku ji welatê biyanî ji bo xebatên hilbijartinê wekî çavderî hatine Amedê jî tev li civînê bûn. Kesên tev li civînê bûn taştê bi awayekî komûnal amade kirin. 
  
Namzet Adalet Kaya di civînê de axivî û dirûşmeya "Dîsa em û dîsa em" ji bo çi hatiye gotin bi bîr xist û wiha got: "Wekî hûn jî dizanin ew dixwazin me tune bikin. Ew dijminên ciwan û zarokan e. Divê em wan bişînin. Divê xwastekên we biçin Meclisê. Wê zimanê me bibe zimanê perwerdê, niha jî ji ber ku min bi tirkî perwerde dîtiye, zimanê min yê kurdî li paş xistiye. Ji ber vê ez nikarim axaftina xwe di vû çarçovê de bi kurdî bikim. 
 
Me hemûyan di salên 90’î de ji gund û navçeyên xwe koç kir û li vana bajaran bi cih bûn. Niha jî dixwazin me ji van deran jî bişînin. Lê em destûr nadin. Me wekî  jin û gelê kurd tu carî serî netewandiye. Me her tim têkoşîna xwe berdewam kir. 
 
Ji bo hevalên me yên girtî bên berdan, ji bo guherîn çêbibe dibê em xurt biçin Meclisê. Wê ji ser axa me biçin, em ê li ser axa xwe hilberînê bikin û bi hev re parve bikin. Em wekî jin, civak rêxistinkirî ne. Her wiha ruhê hevgirtinê di çanda me de heye. Niha jî dibêjin em ê mûçe bidin jinan lê em dizanin nakin. Pereyê me ye û didizin didin hinek kesên din. Em nanekî bi 10 lîreyî dikirin, 5 lîre jê diçe bacê. Diçe qasa dewletê."  
 
Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Dîsa em dîsa em" bi dawî bû.