YSK'ê qedexeyên roja hilbijartinê eşkere kir

  • 12:40 2 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê qedexeyên di roja hilbijartinên 14’ê Gulanê de eşkere kir. 
 
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) qedexeyên di roja hilbijartinên 14’ê Gulanê de eşkere kir. Li gorî qedexeyan; di roja 14’ê gulanê de heta saet 18.00’an tu weşan nikarin têkildarî endamên hilbijartinê texmînan bikin. Qedexeya weşanê dê heta saet 21.00’an bidome. 
 
Di metna qedexeyan a YSK’ê de wiha hate gotin: “Li gorî xala 80’emîn a Qanûna hejmar 298; 
 
a) Di roja hilbijartinê heta saet 18.00’an tu radyo û dezgehên ragihandinê nikarin têkildarî hilbijartin û encamên hilbijartinê de texmîn û şîroveyan bikin. 
 
b) Hemû dezgehên ragihandin di navbera saet 18.00’ê û 21.00’an de tenê dikarin nûçe û teblîgên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ên têkildarî hilbijartinê biweşînin. 
 
c) Ji saet 21.00’an û şûnde weşan serbest in lê belê heke Lijneya Bilind a Hilbijartinê pêwîst bibîne, dikare beriya saet 21.00’an jî destûrê bide ku dezgehên ragihandinê weşanê serbest bikin. Ev biryar di 11.03.2023’an de bi piraniya dengan hatiye qebûlkirin.”