ROJEVA 02'YÊ GULANA 2023'YAN

  • 09:00 2 Gulan 2023
  • Rojev
 
* Cîgira Seroka Baroya Rihayê Gulîstan Paydaş bang li parêzerên bajêr kir ku di ewlehiya hilbijartinê de cih bigirin û got: "Em ê heta sibehê şiyar bin, ji bo ewlehiya hilbijartinê, em ê piştevaniya hiqûqî bikin." BI DÎMEN 
 
* Şêniyên gundê Şêxborê ku li gel nerazîbûna wan beriya 6 salan li gundê wan dest bi çêkirina bendavê hat kirin, îdia dikin ku qadên ji wan re hatine nîşandan jî firotine Cengîz Holdîngê. Li gundê ku tenê çavkaniya debarê tutine êdî ew jî nema dikare bê çandin û xanyan jî ji ber erdhejê zerar dîtine.  DÎMEN HEYE
 
* MKGP a ku rihê piştevaniya jinên rojnameger pêş dixe û li dijî medyaya bi zihniyeta baviksalarî tê birêvebirin, li berxwe dide dikeve 6 saliya xwe. Berdevka platformê Roza Metîna bal kişand ser têkoşîna jinên rojnameger a li qadan û got:"Em ê li dijî zext û zordestiyê rêxistinbûyina xwe bêtir xurt bikin." DÎMEN HEYE 
 
* Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya Hilbijartinên Giştî de li Mêrdînê û navçeyên wê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (11.00-18.00)
 
* Partiya çepên kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê debi namzetên xwe re li Deştadarê ya Hezexê şahî lidar bixe.(14.00)
 
*  Partiya Çepên Kesk li Bajarokê Tilqebînê bûroya xwe ya hilbijartinê veke.(16.00)