HDP: Em ê rê nedin dezgehên qirêj

  • 19:54 1 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê têkildarê provokasyonên li Mersînê destnîşan kir ku ew ê rê nede dezgehên qirêj û provokasyonan û bang kir ku xebatên hilbijartinê bi biryardarî bên kirin.
 
Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarê provokasyona li ber standa HUDA-PAR’ê ya li Mersînê qewimî, daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Bila herkes hişyar be
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro li navçeya Akdenîz a Mersînê, hat xwestin ku bi bûyereke li ber standa partiyeke siyasî qewimî, dezgeheke qirêj bê danîn. Desthilatê fêm kiriye ku wê li ber civakê têk biçe. Divê tu zemîneke ku desthilat provokasyonan bike, neyê çêkirin. Medyaya herî û trol ji ber provokasyonê em ji xwe re kirin armanc, em wan şermezar dikin. Ev dek û dolab gelek xeternak in, bila her kes hişyar be. Bila hemû xebatkarên me yên partiyê û gelê me li dijî provokasyonan baldar bin, banga me ew e ku bi biryardarî li xebata hilbijartinê bê dewamkirin.”