Dayikên aştiyê hat serdana ajansa me: Hewce bike em ê nûçeyan çêbikin

  • 17:14 1 Gulan 2023
  • Rojane
 
AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên hatin serdana ajansa me gotin:"Hewce bike em kamera û makîneyê bigirin destê xwe û nûçeyan çêbikin. JINNEWS ne bi tenê ye. "
 
Bi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin û îfadeyên şahid Umit Akbiyik esas hat girtin di 25'ê Nîsanê de li 21 bajaran bi ser malan de hat girtin. Siyasetmedar, rojnameger, hunermend, parêzer, nûnerên rêxistina civaka sîvîl jî di nav de 143 hatin binçavkirin û jê 48 kes bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 92 kes jî hatin berdan. 
 
Edîtora ajansa me Bêrîtan Canozer, Edîtirorê Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Abdurrahman Gok, rojnameger Mehmet Şah Oruç, Remzi Akkaya û Mikail Barut jî hatin girtin. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li dijî girtin û zextên li dijî ajansa me serdana ajansa me kirin. Dayikên Aştiyê gotin:"Îktidar ji çapemeniya azad ditirse. Loma jî tim digirin û dikin bin çavan. Hewce bike em kamera û makîneyê bigirin destê xwe û nûçeyan çêbikin. JINNEWS ne bi tenê ye. "