AKP'yiyan li Londonê êriş birin ser zarokekî Kurd

  • 13:18 1 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê Şervan Tan (15) li gel bavê xwe cil û bergên xwe yên neteweyî dengê xwe dan. AKP’iyan xwest ku Şervan derxînin derveyî eywanê.
 
Li Londonê Kurdistanî li dora Partiya Çep a Kesk kom dibin û bi coşek mezin diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. AKP’iyan ji ber cil û bergên neteweyî êrîşî ciwanek Kurd kirin. Şervan Tan li gel bavê xwe, bi cil û bergên neteweyî yên ayîdê Colemêrgê û bi rengê şîn, çû li ser sindoqên ku li 1 Old Bîllîngsgate Walk a Londonê hatî danîn. Şervan Tan ê 15 salî ku bavê wî Mêrdînî û dayika wî Îngilîz e, bi cil û bergên xwe yên neteweyî rastî eleqeyek zêde hat. Şervan Tan beriya ku bikeve salonê ji ajansa me re axivî û got: “Li cîhanî û Tirkiyeyê ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Li Tirkiyeyê mafên jinan ne têrker e, pêwîstî bi wekheviya jin û mêr heye. Li Tirkiyeyê divê mafên mirovan bên dayîn.”
 
Lê piştî ku Şervan Tan bi bavê xwe re ket hundirê salonê, rastî êrîşa nîjadperest a erkdarên AKP’î hat. Erkdarên salonê yên AKP’î ji cil û bergên Şervan ên bi rengê şîn ne rehet bûn û ji bo derxistina Şervan ji salonê gilî kirin. Erkdarek din ên AKP’î îdîa kir ku cil û bergên Şervan ên cil û bergên gerîlane û gazî erkdarên ewlehiyê kir ku Şervan derbixin ji derve, li ser vê yekê gengeşe qewimî. Hilbijêran bi gotina “Hûn faşîst in” nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperest dan. Erkdarên Tifaqa Ked û Azadiyê anîn ziman ku ev yek provokasyonek e. Piştî gengeşiya ku qewimî, erkdarên ewlekariyê Şervan derxistin ji derveyî salonê.
 
Şervan Tan diyar kir ku malbata wî û her kesê li Kurdistanê bi cil û bergên bi vî rengî li xwe dikin û got: “Me li vir ti pirsgirêk dernexist. Îro bavê min ji bo deng dayînê hat vir, min jî xwest ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî werim. Lê li vir ez avêtim ji derve. Ev mirovan faşîst in, ne mirovên baş in. Tam jî ji ber vê yekê em dibêjin, deng ji Partiya Çep a Kesk re.”
 
Endama Koordînasyona Hilbijartinan a Îngilistanê Parêzer Sîbel Ozçelîk nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperest a AKP’iyan da û got ku bi ti awayî cil û berg, bawerî, fikir û tarzê jiyanê yê mirovan nayê lêpirsînkirin. Sîbel ragihand ku tişta ku bi serê Şervan anîn, faşîzm e.