Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên 1'ê Gulanê

  • 12:52 1 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya girseyî ya karkeran û bi dirûşma "1'ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz be" çalakiyên 1’ê Gulanê li gelek bajaran dest pê kirin.
 
Bi munasebeta 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pîrozbahî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin.
 
Pîrozbahiyên îsal li herêma Cizîrê, Minbic, Şehba, Heleb û Dêrazorê ne. Vê sibehê karkeran tevî malbatên xwe û şêniyan berê xwe da qadên pîrozbahiyê.
 
Li kantona Qamişloyê, şahî li Bendava Mizgeftê ya li navçeya Tirbespiyê, li kantona Hesekê li gundê Çolbistanê, li Minbicê li Geraca Şaredariya Gel, li kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdem a navçeya Ehdasê û li Dêrazorê jî li herêma Sebekîlo pîrozbahî tên lidarxistin.
 
Li qadên pîrozbahiyê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM'ê, alên saziyên civaka sivîl û Yekitiya Kedkaran hatin daliqandin.
 
Tê payîn şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî li Qada Cebanat saet 17:00'an pîrozbahiyekê li dar bixin.