Ji rojnamegerên girtî peyama 1'ê Gulanê

  • 12:36 1 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Rojnamegerên girtî Habîbe Eren, Denîz Nazlim û Berîvan Altan ji Girtîgeha Sîncanê peyama 1'ê Gulanê şandin û gotin: "Rojên azad bi qasî têkoşîna me nêzîk e û faşîzm dê têk biçe. Bijî Çapemeniya Azad." 
 
Nûçegihana JINNEWS'ê Habîbe Eren, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlîm û Bêrîvan Altana di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di 29'ê Cotmeha 2022'yan de hatin girtin û bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Ked û Piştevaniyê peyam şandin. Rojnamegerên girtî ji Nûnertiya Basîn-Îş a Enqereyê ya Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK) re peyam şand û ev peyam li ser hesabê medyaya dîjîtal a sendîkayê hat parvekirin.
 
Peyamên rojnamegerên girtî wiha ye: 
 
'Helbet zilm û zordarî heta hetayê namîne'
 
Habibe Eren: Mîrat û têkoşîna gelan, kedkaran û jinan ji dîrokê heta îro li hemû cîhanê deng vedide. Îro her çendî destkeftiyên kedkar û jinan bi bedelên giran bi dest xistine jî ji aliyê rejîmên dîktator ên faşîst ve hewl tê dayîn bên pûçkirin jî, dirûşmên ku li her derê mezin dibin vediguhere dengek bilind. Em 1’ê Gulanê li girtîgehan pêşwazî dikin. Her roj nûçeyên binçavkirin û girtina hevrêyên me tên. Weke hemû beşên civakê, kedkarên Çapemeniya Azad jî ji ber êrişên dewletê mexdûr dibin. Yên ku difikirin ku bi zextên wiha dikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin û li ser çokan bidin, şaş in wê winda bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ne pênûsa kesên ku li nîvê kolanê bûne qurbaniyên kuştineke kiryar nediyar, ne yên di bombebaranê de hatine qetilkirin, ne pênûsa Apê Mûsas û ne jî Gurbetelli Ersozler wê li erdê bimîne, wek pênûsa rojnamevanên girtî. Lê belê gumana me nîne ku li her derê gel û nerazîbûn lê hene têkoşîn bi coş didome. Bi vê munasebetê em 1’ê Gulanê li hemû gelan, kedkar û jinan pîroz dikin. Helbet zilm û zordarî heta hetayê namîne, rojên azad bi qasî têkoşîna me nêzîk in.
 
'Wê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin'
 
Bêrîvan Altan: Me dixwest em 1’ê Gulanê li qadan bi kedkaran re pêşwazî bikin û nûçeyên wan bişopînin, lê em di girtîgehan de pêşwazî li vê rojê dikin. Îktidara AKP-MHP’ê bi êrişên li ser Çapemeniya Azad kampanya hilbijartinê bi rê ve dibe. Hevalên me ku heqîqetê dinivisînin tên binçavkirin û girtin. Di hefteyek dawî de gelek hevalên me rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me yên rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmet Şah Oruç, Bêrîtan Canozer, Mîkaîl Barut û Remzî Akkaya hatin girtin. Îktidara ku ditirse dê têk biçe vê carê jî hevalên me Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz kir binçavan. Çapemeniya Azad ku di salên 90’î de bi bombekirin û qetilkirinan bêdeng nebû, dê îro qet bi binçavkirin, girtin û îşkenceyê bêdeng nebe. Hemû kedkar û karker û hevpîşeyên me ku îro qadên 1’ê Gulanê tije kirin dê bibin dengê me û em bawerin wê têkoşîna Çapemeniya Azad berfireh bikin. Em dibêjin wê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin. 
 
'Bijî Çapemeniya Azad' 
 
Deniz Nazlim: Em 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin. Heke bi bedena xwe ne li wir in, lê ji aliyê manewî ve em beşdarî têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê, azadiya gelan û kedê dibin. Îro di 1’ê Gulanê de em rojnamevanên girtî hem ji bo ku em karê xwe bikin hem jî ji bo parastina mafên xwe dixwazin li van qadên bi coş û kelecan cihê xwe bigirta. Lê belê îktidara AKP'ê ya ku dixwaze rastiyan di tarîtiyê de bihêle, di hefteya dawî de bi dehan hevalên me kirin binçavan û 5 hevalên me hatin girtin. Tevî ku roj bi roj hejmara rojnamegerên girtî di girtîgehan de zêde dibe jî, hem rojnamegerên li pey rastiyê ne û hem jî yên ku mafên rojnamegerên girtî diparêzin hene. Ji ber vê yekê em pir rehet in. Em di wê baweriyê de ne ku coşa bi sed hezarên ku li qadan kom bûne wê bibe sedema azadî û demokrasiyê. Em ji her kesî re serkeftinê dixwazin, em ji bo dilê we silav û hêviyên xwe ji zindana Sîncanê dişînin. Weke hêja Abdurrahman Gok gotiye, 'Faşîzm wê têk biçe, bijî Çapemeniya Azad’.