Malbata Şenyaşar: Desthilata vê bêedaletiyê dike wê biçe

  • 12:26 1 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 770’î de berdewam dike. Di çalakiyê de hat gotin:"Desthilata vê bêedaletiyê dike wê biçe."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 770’î de berdewam dike. 
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketin û hatin ber Edliyeya Rihayê li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” dest bi nobetê kirin.  
 
Ferît Şenyaşar ê di Nobeta Edaletê de axivî wiha got: “Îro di heman demê de 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran e. Em ji bo kedkaran jî edaletê dixwazin. Em ê bibin 301 madenvanên li Somayê hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna me roj bi roj zêde dibe û desthilata vê bêedaletiyê û bêhiqûqiyê dike wê biçe. Em ê edalet û aramiyê bi hev re bînin Tirkiyeyê.”