Li Stockholmê şahiya ji bo piştgiriya Partiya Çep a Kesk hat lidarxistin

  • 10:12 1 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stockholmê şahiya ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk hat lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li paytexta Swêd Stockholmê şahiyek hate lidarxistin. Şahî ji bo piştgiriya Partiya Çep a Kesk a di hilbijartinên 14'ê Gulanê de pêk hat.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, berendamê Partiya Çep a Kesk ê ji Konyayê Molla Şîmşek axivî. Molla Şîmşek bi rêya telefonê peyama xwe da û got, "Ev hilbijartin, hiljibartina têkbirina siyaseta înkar û asîmîle kirina 300 sale ya li ser gelê me ye. Me nêzî 178 hezar navnîşana kesên deng didin qeyd kirine. Tev kurd in. Ji bilî yên li derveyî welat. Ji ber hindê yek deng jî ji bo me pir girîng e. Ankêt dibêjin ku em ê ji Konyayê parlamenter bi dest bixin. Ji ber vê çendê em dibêjin: çi dibe bila bibe, li ku dijîn bijîn, essehî herin ser sindoqan. Ji tevayî xizm, dost, heval û nasên xwe re telefon bikin û her kes bi awayeke çalak lazim e vêya bike. Dengê xwe bi kar bînin û bidin Partiya Çep a Kesk."
 
Piştî çend stranên ji herêma Kurdên Anatolya Navîn, Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî. Huda got, "21 sal in em bi rêveberiyeke ku di her kêlî de di bin navê demokrasî, wekhevî, xwişk û biratî û ji her tiştî xirabtir kiriye, di bin navê dîn de gel û welat talan kiriye re rû bi rû ne."
 
Qada pîrozbahiyê bi alên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Hunermend û siyasetmedarên beşdarî pîrozbahiyê bûn hemûyan bang li gel kirin ku dengê xwe bi kar bînin û xwedî li dengê xwe derkevin.
 
Şahiya ji bo piştgiriya Partiya Çep a Kesk heta derengiya şevê bi stranên dengbêjan dewam kir.