Polîs gaza îsotê avêt Zuleyha Gulum a HDP’î

  • 20:11 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Partiya Çep a Kesk li Qada Bagcilar bi tevlibûna hezaran kesî hevdîtina gel pêk anîn û polîsên ku tehemulê vê nekirin êrîşê girseyê kirin û 13 kes binçavkirin. Polîsan her wiha gaza îsotê avêtin çavê  Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û Partiya Çep a Kesk xebatên xew bê navber dimeşîne.  Partiya Çep a Kesk li Qada Bagcilar bi tevlibûna hevseroka gitşî ya HDp’ê Pervîn Buldan û namzetên Stenbolê hevdîtina gle pêk anîn. Bi hezarna kes bi coşek mezin tevli hevdîtinê bûn. Polîsan tehemul nekir û êrîşê girseyê kirin.
 
13 kes hatin binçavkirin
 
Di êrîşan polîsan de 13 kes hatin çavkirin û êrîşê rojnamegerên ku dîmen dikşand kir.  Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê bertek nîşanê binçavkirinan da. Polîsan li ser vê gaza îsotê avêtin çavê Zuleyha Gulum. Zuleyha ku heta demekê çavên wê nedît hat hînbûn ku rewşa wê niha baş e.