Dîren Yurtsever: Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin

  • 20:03 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Midûra Karê Nivîsan a MA Dîren Yurtsever balkişand ser girtin û binçavkirinên navenda wê Enqere û Amed û da zanîn ku heqîqet nayê dîlgirtin û çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.
 
Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya ya di 25’ê cotmeha 2022’an de hat binçavkirin û bi 8 hevpîşeyên xwe re hat girtin ji girtîgeha jinan a Sîncanê peyam şand.  Dîrenê balkişand ser binçavkirin û girtinên demên dawî.
 
Dîrenê daxuyakirin ku di vê pêvajoya dîrokî de bi talîmatên siyasî li Amed û Enqereyê rojnameger hatine binçavkirin û heman demê de parêzerên ku rojnameger diparast Resul Temur jî hatiye binçavkirin. Dîrenê wiha domand: “Ne rojnameger ne parêzer ne jî çavkaniyên nûçeyên me nikarin bên krîmînalîzekirin. Em xebatkarên çapemeniya azad a Kurd ku li pey heqîqetê ne di hefteya dawî de dîsa bi operasyona siyasî hişyar bûn. Em banga nûçegîhaniya dildarî li hemû kesî dikin. Rastî nikarin bên bêdengkirin. Heqîqet nikare dîl bê girtin. Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin.”