Li Kurdistanê navnîşana dengan Partiya Çep a Kesk e

  • 18:57 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Amedê heta Dêrsimê, ji Çewlîgê heta Xarpêtê xebatên namzedên Partia Çep a Kesk dewam dikin. Coşa pêşazîkirina namzedan navnîşana dengan ji diyar dike ku wê biçin ji Partiya Çep a Kesk re.  
 
Namzedên Partiya Çep a Kesk ji Amedê heta Dêrsimê, ji Çewlîgê heta Xarpêtê kolan bi kolan xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Li aliyekî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Amedê ku esnaf ziyaret kirin, li gelek nuqteyan bi gel re hatin cem hev.
 
Baranê coşa gel asteng nekır
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ê Amedê Serhat Eren û Samet Mengûç û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Hasîbe Yazdik li navçeya Farqînê serdana esnafan kirin û bi gel re hevdîtin pêk anîn. Namzetên Partiya Çep a Kesk ku tevî baranê jî bi coş hatin pêşwazîkirin, bi gel re govend girtin. Zarok û dayikên ku alên Partiya Çep a Kesk hildan jî bi nîşan û dirûşmeyên serketinê piştgirî dan namzetan.
 
Li Hezroyê pêşwaziya bi coş
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Zeyyat Ceylan li taxên Ormankaya û Yazgî yên navçeya Hezroyê bi gel re hatin cem hev. Jinên ku alên Partiya Çep a Kesk li qadê hildan, namzet bi coş pêşwazî kirin. Civîna bi coş di demeke kin de veguherî şahiyê.
 
Li Çewlîgê xebat dewam dikin
 
Namzetên Partiya Çep a Kesk ên ku çûn serdana gundên Dewa Jêrîn, Dewa Mûmîn, Gundê Şeban, Korman û Çiris ên Çewlîgê, li her gundê ku çûn rastî eleqeyeke mezin hatin. Heyetê li her gundê ku ziyaret kir bi gundiyan re axivî û girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê anî ziman û diyar kir ku ew dengên wan dixwazin. Li aliyê din şêniyên gund anîn ziman ku ew dixwazin di zûtirîn demê de desthilatdariya AKP-MHP’ê ji holê rakin.
 
Navnîşana dengan li Dêrsimê tê zanîn
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu li gel pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û endamên partiyê, li gundan belavok belav kirin.
 
Di serdanan de welatiyekî wiha got: “ Em dizanin em ê dengê xwe bidin kê navnîşan diyar e."
 
Heyet piştî gundan çû serdana Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD). Hevseroka DADÊ Kadriye Dogan li vir bixêrhatina heyetê kir û got, “Hêvîdar im Dêrsim ji Partiya Çep a Kesk wekîlekî bigire. Li Dêrsimê bi hêvî li siberojê mêzekirin wê bibe destkeftiyek girîng.”
 
Li xerpêtê xebat
 
Partiya Çep a Kesk bi beşdariya bi sedan kesî li navçeya Yazikonak a Xarpêtê li kolana Necîp Fazil buroya hilbijartinê vekir. Vekirina bi def û zurne veguherî mîtîngê.  
 
Axaftinên namzetên parlamenteriyê bi dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin jiyan azadî" gelek caran hate qutkirin.
 
Namzeta Parlamenteriyê Sultan Yaray diyar kir ku jinên ji çar aliyên cîhanê li dora dirûşma "Jin jiyan azadî" hatin cem hev û got, "Îro ne tenê jinên Kurd, hemû jinên cîhanê vê dirûşmeyê diqîrin. Her wiha bi hêz û têkoşîna jinên Kurd bawerî heye. Di hemû qadên jiyanê de pêşengiya jinên Kurd dibînin. Di 15’ê Gulanê de em ê li van qadan di govenda serketinê de bin.”
 
Namzeta parlamenteriyê Nurşat Yeşîl, anî ziman ku ew ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin, anî ziman ku dê di 14'ê Gulanê de bi jinan re AKP'ê bişînin.
 
Yek ji namzetên Xarpêtê Savaş Erdogan ji diyar kir ku hikûmet çavkaniyên welêt vediguhezîne şer û ew ê bi Partiya Çep a Kesk re dewlemendiyê bînin welêt û wiha got: "Gavên ku me avêtine ji bo vekirina deriyê zindanan e."
 
Piştî vekirinê bajarokên Yurtbaşi û Mollakendî hatin ziyaretkirin.