Rojnamegerê hat binçavkirin îşkence lê kirin

  • 16:41 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Di çarçoveya operasyona navenda wê Enqerê de rojnamegerên ku li Amedê hatin binçavkirin birin Enqerê. Hat diyarkirin ku bi rê de 15 saetan rêwîtiya bi kelepçe bi rojnamegeran dane kirin û li Edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz Îşkence kirine.
 
Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, duh li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz de jî girtin. Di serdegirtinê de rojnameger Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê; xwişka Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hate binçavkirin. Binçavkirî, di çarçoveya lêpirsînê de anîn Enqereyê. Piştî bidawîbûna qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan, parêzeran bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Rojnameger Muftufoglû û Yilmaz dan zanîn ku dema bi otobûsê dianîn Enqereyê, di 15 saetên rêyê de destkelemçekirî mane û 24 saetan xwarin jê re nehatiye dayîn. Her wiha di nava 15 saetan de hemû daxwazên rojnamegeran jî hatine paşguhkirin. 
 
Êrîşî rojnameger Sedat Yilmaz kirin
 
Rojnameger Sedat Yilmaz di hevdîtina bi parêzerê xwe re de anî ziman ku dema li Enqereyê radestî polîsan dihat kirin û li otobûsê dihat siwarkirin, polîsekî pêhnek li serê wî xistiye û ji ber vê êrişê jî guhê wî baş nabihîse û gelek diêşe. Bi domdarî Sedat anî ziman ku di dema êrişê de heqaret lê hatiye kirin û ev agahî dan: “Em 15 saetan destkelemçekirî man. Lewma dest û stûyê min pir zêde diêşin. Di heman demê de di bin navê ‘sihbetê’ de sîxûrtî li me hat ferzkirin. Ez li dijî vê ferzkirina polîsan derketim lewma dîsa heqaret li min hate kirin.” 
 
Ji bo ku Sedat Yilmaz bibin nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergire, parêzer di nava hewldanan de ne. 
 
Rojnamegerên di bin çavan de di dema hevdîtina bi parêzerên xwe re de diyar kirin ku kesek nikare wan bêdeng bike û dê karê xwe bidomînin. Rojnamegeran ev peyam dan: “Tevî hemû zextan jî em ê rêya xwe û têkoşîna xwe bidomînin.”