Nobeda Edaletê di roja 769'an de dewam kir

  • 16:06 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 769’an a Nobeta Edaletê dewam kir ev peyam da: “Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne.” 
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 769’an de dewam kir.
 
Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand û Ferît Şenyaşar jî ji bo xebatên hilbijartinê daket kolanan.
 
Malbatê li ser hesaba xwe yê medya civakî ev peyam parve kir: “Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne. Di feraseta me de hêrsbûn tune ye û hesabdîtina şexsî tune ye. Tenê dê edalet hebe.”