Ji Zîlan Mûrat 2 roj in agahî nayên girtin

  • 12:52 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
DÊRSIM -  Zîlan Mûrat ku ji bo bikeve ezmûnê ji navçeya Mêzgirê hatibû navenda bajar, ev 2 roj in winda ye û tu agahî jê nayên girtin. 
 
Zîlan Mûrat (17) ku li gundê Oymadag ê Mêzgirê dima, 2 roj berê ji bo bikeve ezmûnê hat navenda Dêrsimê. Piştî ku Zîlan ji malê derketî, telefonê wê hate girtin û ev 2 roj in tu agahî jê nayên girtin. Malbata Zîlanê ku tu agahiyan ji keça xwe nagire, li cendirmeyan geriya û îxbara windabûnê kir.