Li dijî ESP'ê operasyona hilbijartinê

  • 10:46 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Kamarê ya Eskîşehîr û Stenbolê de ku hat destpêkirin li 8 bajaran di serdegiritnên malan ku hatin kirin de Hevserokê ESP'ê yê giştî jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin. 
 
Ji hilbijartinê re demeke kurt maye û  operasyonên beriya hilbijartinê jî bênavber didomin. Vê carê jî di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriy Komarê ya Stenbol û Eskîşehirê ve, li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hat destpêkirin, li 8 bajaran polîsan avêt ser malan. Di serdegirtinên malan de gelek rêveber û endamên ESP, SGDF, Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Ajansa Nûçeyan a Ethayê (ETHA) hatin binçavkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz û namzetên Partiya Çep a Kesk jî di nav kesên hatin binçavkirin d hene. 
 
Buroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twitterê binçavkirina rêveber û endamên ESP, SKM, SGDF û ETHA’yê ragihand û diyar kir ku biryara veşartinê danîne ser dosyeyê û dê parêzer 24 saetan nikaribin hevdîtinê li gel miwekîlên xwe bikin. 
 
Navên hin kesên hatine binçavirin wiha ne:  Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Namoglû Gurbuz, endamê Meclisa Partiyê ya ESP’ê Ûgûr Ok, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Bûrcû Ayyildiz, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim, Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, rojnamevan Serdal Işik, her wiha Leyla Can, Sadrettîn Polat, Selfînaz Goçmen, Hasan Polat, Sînem Çelebî, Kalender Polat, Merve Havali, Bedran Çogaltay, Adnan Ozcan, Ebrar Uz, F. Denîz Kanpolat, Tuncay Yildirim Ozen.