ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 30 Nîsan 2023
  • Rojev
 
* Namzeta Partiya Çep a Kesk a Êlihê Nurtek Ertugrul da zanîn ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin û got: “Wek jinek Kurd ji bo li dijî qirkirina li ser jinan têbikoşim ji Êlihiyan dengan dixwazim.” DÎMEN HEYE 
 
*Endama Sendîka Karkerên Malê ya Îmece Mînîre Înal û Azîme Denîz ya ku tevî hemû astengiyan azadiya aboriya xwe girt dest diyar kir ku divê di 1’ê Gulanê de jin dest bidin hev û desthilatdarî bişînin. BI DÎMEN 
 
*Ji hilbijartinan re demek kurt ma û xebatên partiyên siyasî bê navber didomin. Welatiyan li dijî polîtîkayên AKP’ê diyar kirin ku ew Partiya Çep a Kesk tercîh dikin. BI DÎMEN 
 
*Ji komîteya Amadekar a 1'ê Guanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku wê li Wanê bi dirûşma ‘ji bo destpêkek nû;, ked ya me gotin ya me’ mîtînga 1’ê Gulanê pêk bînin û da zanîn ku wê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin. DÎMEN HEYE