6 rojnamegerên girtin protesto kirin hatin binçavkirin

  • 21:52 29 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL – 6 rojnamegerên girtin û binçavkirin şermezar kirin hatin binçavkirin. 
 
Kedkarên Çapemeniya Azad, ji bo hevpîşeyên xwe yên ku di operasyonên Amed û Enqereyê de hatin binçavkirin û girtin, li ber Operaya Sureyyayê ya li Kadikoya Stenbolê xwestin daxuyaniyekê bidin.  Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek rojnamevanên pê re ku hatin ber operayê, ji aliye polîsan ve hatin dorpêçkirin. 
 
Piştî ku rojnamevanan dowîzên ku li ser wan ‘Çapemeniya azad bêdeng namîne’û ‘Em bêdeng namînin’ bilind kirin, polîsan êriş bir ser wan. Piştî vê rojnamegeran bi yek dengî dirûşmeya ‘Çapemeniya azad bêdeng’ berz kirin. Piştî dirûşmeyan rojnameger Pinar Gayip, Zeynep Kûray, Eylem Nazlier, Serpîl Unal, Esra Soybîr û Yadîgar Aygun hatin binçavkirin. 
 
Her wiha rojnamegerên ku xwestin dîmenan bigirin jî, polisan êrişî wan kir û li wan xistin. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî vê da û got: “Hûn nikarin denge heqîqetê bibirin.”