Li Mêrdîn û navçeyên wê coşa hilbijartinê

  • 20:11 29 Nîsan 2023
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN – Li Mêrdîn bi coşek mezin xebatên hilbijartinê bê navber didomin.
 
Partiya Çep a Kesk, li Mêrdîn û navçeyên wê di çarçoveya 14’ê Gulanê Hilbijartinên Giştî de xebatên xwe bi hemû hêza xwe didomînin. Li navçeya Rişmilê namzeta Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û partiyên bi wan re serdana buroya hilbijartinê kirin û bi gel re hatin li cem hevdû. Li navçeya Artûklû du buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Buroya hilbijartinê ya yekem ku li taxa Kayacan hat vekirin, namzeta Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk û partiyên bi wan re tevlî bûn. 
 
‘Serkeftin ya me ye’
 
Bêrîtan Guneş, bibîrxist ku ji hilbijartinan re demek kêm maye û anî ziman ku ew li her derê behsa girîngiya vê hilbijartinê dikin. Bêrîtan, diyar kir ku ev hilbijarti ne bi tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo gelên erep û suryan, ji bo jin, zarok û ciwanan gelan gelek girînge. Bêrîtan, bang kir ku ji bo azadiyê hemû kes bila dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û got roja hilbijartinê dev ji sindoqên xwe bernedin. Bêrîtan, wiha anî ziman: “Serkeftin ya me ye û roja hilbijartinê em ê cejna xwe pîroz bikin. Em ê xwe bigihînin azadî û azadiyê.”
 
‘Ji bo pêşeroja Gelê Kurd’
 
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm tayînê şûna wî hat kirin Ahmet Turk, axivî. Ahmet jî destnîşan kir ku ev hilbijartin hilbijartinek dîrokî ye û wiha domand: “Em dixwazin kesên ku îro dijminatiya Gelê Kurd dike navê wan di dîrokê de winda bibe. Ji bo pêşeroja Gelê Kurd, azadî û aramiyê ev hilbijartin hilbijartinek dîrokî ye. Îro du hezar siyasetmedarên kurd di girtîgehan de dîl hatine girtin. Siyasetek qirêj li ser Gelê Kurd ku tê meşandin berdewam dike. Pêwîste em vê siyaseta qirêj hilweşînin. Ji bo pêşeroja Gelê Kurd em ronî bikin û demokrasiyê ava bikin bi xebatên pir mezin vê hilbijartinê derbas bikin. Pêşeroja Gelê Kurd bi têkoşîna Gelê Kurd ronî dibe. Em bi gel û siyaseta xwe bawerin. Em wek Gelê  Kurd pêşiya her tiştî ronahî bikin.”
 
‘Ji bo serokomariyê em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu’
 
Ahmet, bi bîr xist ku ji ber doza girtî HDP nekarîbûye bikeve hilbijartinê û ji ber vê yekê bi Partiya Çep a Kesk ve diçin hilbijartinê û wiha axivî: “Kesên ku vê yekê nizanin divê em xwe bigihînin wan û ji wan re jî bêjin. Pergala qirêj ku Erdogan avakiriye em ê li hemberî wî dengê xwe yê serokkomariyê bidin Birêz Kiliçdroglu. Tu siyaset bêyî Gelê Kurd nikarin tu gavê bavêjin. Di parlomentoyê de jî bêyî Gelê Kurd nikarin tu tiştî bikin. Ji ber vê yekê em çixwasî partiya xwe mezin bikin û bişînin parlamentoyê em bawerin ji bo pêşeroja Gelê Kurd tiştan bikin.”
 
Ji bo mitînga Qoserê bang
 
Ahmet, destnîşan kir ku di 5’ê Gulanê de li Qoserê mitîng bê lidarxistin û vê bangawaziyê kir: “Em dixwazin hemû gelê me tevlî mitîngê bibin. Bila hemû kes dengê Gelê Kurd bibihîze. Ji be vê yekê bila hemû kes xwedî mitîngê derbikeve.”  
 
Piştî axaftinan buro hat vekirin. 
 
Li taxa Yenîşehîr a Artûklûyê jî vekirina bûroya hilbijartinê hat kirin. Namzetên Mêrdînê Leyla Kaya û Bêrîtan Kaya, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û rêvebirên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyê tevlî vekirinê bûn. Beriya axaftinê girse govend gerand û piştre Pero Dundar a HDP’yî axivî.
 
‘Pelên darê yek yek zêde dibe’
 
Pero, bal kişand li ser binçavkirin û girtinên ku bûn û bi lêv kir ku piştî dîroka hilbijartinê hatiye diyarkirin şûnde bi operasyonan li ser çapemeniya azad, çand, ciwan, jin, xebatkar û parêzeran hatiye sekinandin. Pero, diyar kir ku ev operasyon li dijî astengkirin xebatên hilbijartinê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Ev operasyonên ku berdewam dikin vê serê sibehê navenda wê Enqere ye, li Amedê dîsa operasyon dane meşandin. Sedema van operasyonan jî çûyîna îktîdarê ye. Ji ber ku em xwe bawerin ku dê ev îktîdar biçe. Ji ber ku em bi hêz û serkeftina xwe bawerin. Ev îktîdar jî ne xwe bawere ku dê têk biçe. Piştî ku xwe îkna kir dê têk biçe dest bi van operasyonan kir. Serokkomar biryarek li ser tunekirinê, kuştinê, qirkirinê û operasyonê daye. Lê em dibêjin ku ev hilbijartin dê bibe dawiya emrê vê îktîdarê. Çima dîsa em? Ji ber ku yên ku qedera îktîdarê, ciwanan û jinan diyar dike dîsa em in. Dîsa em ê xewa wan bidin revandin. Serkeftin ya me ye û em ê teqez bi ser kevin. Em heta îro bi ser kevin, ji vê şûnde jî bi ser kevin. Li aliyekî operasyon didomin, lê aliyê din xebatên me yên hilbijartinan jî didome. Heta roja hilbijartinê û deqeya dawiyê em li malên xwe rûnanên. Pêwîst bike em ê bibin parêzer, çapemenî û hûner û xebatên xwe bidomînin. Em ê ewlehiya dengên xwe jî bikin. Ji ber ku em bi dengekî digarin dîktatorekî têk bibin. Dengek ji bo me gelek girînge. Em ê heta dawiyê li dora sindoqan bibin xelek. Ev hilbijartin ji bo pêşketina welêt şanseke. Kesek nikare dara me ji holê rabike. Pelên darê yek bi yek zêde dibe.”
 
Piştî axaftinan li vir jî buroya hilbijartinê bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hat vekirin.   
   
Şemrex 
 
Li navçeya Şemrexê jî bi tevlîbûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ve li Taxa Kocakent a Şemrexê bi jinan re civîn li dar xistin. Di civînê de jinan ku morel mezin girt, li ser pirsgirêkên jinan û hilbijartinê nêrîn û nirxandin hatin kirin. Di heman demê de bi tevlîbûna namzet Selahattîn Ertaş, rêvebiriya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê serdana gundên Hindirîs, Tirbikê, Yewrê û Têznê hat kirin. 
 
Dêrîk 
 
Li gundên herêma Qerejdax û Hedreşê bi tevlîbûna partiyan serdana gundan hat kirin. Gundiyan bi cil û bergên xwe yên gelerî bi coşek mezin ku şandeya partiyê pêşwazî kir, bi tililî û çepikan govend gerandin. Lig undan her pêşwaziyek vegûherî mitîngê. 
 
Nisêbîn 
 
Li bajarokê Kêrtwênê jî buroya hilbijartinê hat vekirin. Rêxistinên HDP û Partiya Çep a Kesk ên Nisêbînê, aktîvîstên TJA û gelek kes tevlî vekirina buroyê bû. Buroya vekirinê ku bi coşek mezin piştre vegûherî mitîngê.