Li Elkê şahiya jinan: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye

  • 15:31 29 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li Elkê şahiya jinan li dar xist. Şahiyê de namzeta Şirnexê Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku aktorê çareserkirina pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e. Namze Ayşegul Dogan jî diyar kir ku divê deriyê Îmraliyê vebin.
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Elkê ya Şirnexê şahiya jinan pêk anî. Namzetên Partiya Çep a Kesk yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Ayşegul Dogan, parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şirnexê Nuran Îmîr, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.
 
‘Em ê çareseriyê bînin’
 
Bername bi deqiqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Namzeta Partiya Çep a Kesk Ayşegul Dogan axivî. Ayşegul, destnîşan kir ku Gelê Kurd ji bo nasnameya azad û hebûna xwe ji hilbijartinê re amade nin û got: “Mifta çareseriyê li girava Îmraliyê ye, divê deriyê Îmraliyê vebin. Soza me heye ku em ê çareseriyekî pêk binin. Ji ber wê ev hilbijartine ji me re girîng e. Divê kurd jî êdî bi nasnameya xwe, çanda xwe û hebûna xwe bên qebûl kirin. Yê ku van qebûl dikin serçavan ê ku qebûl neke jî bersiva me ji wan re zelale.”
 
‘Navnîşana guhertinê em in’
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal jî diyar kir ku jin ber bi guhertinê ve dimeşin û ev tişt got: "Em weke Şirnexê ji her çar perçeyên Kurdistanê re sînor in. Ji ber wê sekna me ya li vir, dengê me yê li vir girîng e. Îro dewlet ji ber ku ber bi xelas bûnê ve diçe êriş dikin. Îro herdû tifaqên ku hatine avakirin li ser Birêz Ocalan siyasetê dikin. Ev e 25 meh in agahî ji Îmraliyê tune ye, ev siyaseta qirêj ku di şexsê Ocalan de tê meşandin em qebûl nakin. Ew ji dizanin ku aktorê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Bi operasyonan bi girtinan dixwazin ku hêza me û armanaca me ya guhertinê tune bikin. Em ê zext û zilma wan hilweşinin lê divê ku em serî de tifaqa xwe ava bikin. Hêz em in,  navnişana guhertinê jî em in.” 
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Piştre parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî û got: “Ew ê ku îradeya Gelê Kurd binpê dikin, îradeya gel digirin ber bi xelasbûnê vê diçin. Lê gelê me xwedî biryare û dibêje ‘em xwedî bi rêber in, xwedî bi pêşeng in’. Hûn têk diçin, jinên kurd, ciwanên kurd desthilatdariya we hilweşîne. Em li hemberî siyaseta kuştinê siyaseta demokratîk dimeşinin. Daxwaza me li hemberî qirkirinê ye. Me weke HDP’ê li hemberî vê zilmê li ber xwe da, îro dem dema serkeftinê ye.”
 
Bername bi govend girtinê bi dawî bû.