Partiya Çep Kesk li Qersê ye: Wê deriyê Îmraliyê vebe

  • 15:24 29 Nîsan 2023
  • Ramyarî
QERS - Partiya Çep Kesk a Qersê xebatên hilbijartinê didomîne û gel eleqeyeke mezin nîşan didê wiha got:"Wê deriyê Îmraliyê vebe."
 
Partiya Çep Kesk xebatên hilbijartinê li tax û gundên Qersê dide meşandin. Li vir namzetên parlamenteriyê bi gel hatin ba hevdu. 
 
İki koldan yürütülen çalışmalarda özellikle kadınların, çocukların yoğun ilgisi ve coşkusu ön plana çıktı. Çalışmalar kapsamında vekil adaylarında Gülistan Kılıç Koçyiğit ve Sertaç Çelikkaleli Vezin, Orluk (Borluq), Tekneli( Teynelî) köylerinde çalışmalar yürüttü. Diğer bir vekil adayı Gülcan Alp ise Çekmeli, Aynalı, Berdik ve Orta Kilise köylerinde çalışmalar yürüttü.
 
Bal kişand ser Îmraliyê
 
Gulistana li gundê Vezinê axivî gel silav kir û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. Gulistanê da zanîn dema îktidara AKP- MHP'ê bê guhertin wê girtîgeh jî vala bibin. Gulistanê got:"Wê deriyê Îmraliyê vebe."
 
'Em ê dengê xwe bidin partiya xwe'
 
Di dema serdanê de Melek Uluçay da zanîn ew nikarin debara xwe bikin û got:"Em mafê xwe dixwazin em ê dengê xwe jî bidin partiya xwe Partiya Çep a Kesk. "
 
'Êdî bes e'
 
Jina bi navê Dîlek jî got:"Êdî bes e, em azadiya xwe dixwazin. Em ji ber diziya Erdogan dike westiyan. Zarokên me dixwînin bi mulakatê derbas nabe, em nikarin gubre bavêjin ser erdê xwe, mitbexa me digirî". 
 
Ji bo bikaranîna denga agahî dan
 
Partiya Çep a Kesk ji bo bikaranîna dengan agahî da gundiyan. 
 
Serdan bi gerandina govendê û dîmenên rengîn bi dawî bû.