ÎHD'ê bal kişand ser girtiya nexweş Gulistan Abdo

  • 15:19 29 Nîsan 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” a ji bo girtiyên nexweş de nameya Gulistan Abdo hat xwendin û hat diyarkirin ku 28 sal in ew nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Gulistanê di nameya xwe de got:"Şert û mercên girtîgehê ji bo min pir dijwar in."
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 579’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê hat lidarxistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiya nexweş Gulistan Abdo were berdan” vekirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Gulistan Abdo ya li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî tev li çalakiyê bû. 
 
Endama ÎHD’ê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî da. 
 
Ew nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne
 
Mukaddes da zanîn ku Abdo ji sala 1994’an ve girtî ye, ji ber ku birîna di lingê wê yê çepê de bûye nehatiye dermankirin veguheriye kangrenê û lewma hatiye jêkirin û linge protez jê re hatiye çêkirin. Mukaddes diyar kir ku Gulistan di şertên girtîgehê de gelek nexweşî lê peyda bûne û ji ber gelek nexweşî lê peyda bûne ew nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne. 
 
Mukaddes da zanîn ku bi hinceta “leşker tune ye” tedawiya Gulistan nehatiye kirin û divê ji lingê xwe yê astengdar were emeliyatkirin lê ji ber şertên girtîgehê nikare emeliyat bibe. 
 
'Şert û mercên girtîgehê ji bo min pir dijwar in'
 
Mukaddes nameya Gulistan ku ji ÎHD’ê re şandibû xwend. Name wiha ye: “28 sal in ez bi pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê re mijûl dibim û êdî laşê min ranagire û ez pir zehmetiyê dikişînim. Min di girtîgehê de 3 salan gopal bi kar anî. Lê belê min hê dikaribû di sala 1997'an de protezek çêbikim. Şert û mercên girtîgehê ji bo min pir dijwar in. Şert û mercên mîmarî û cîh ji aliyekî ve dijwar in, şert û mercên xurekan pirsgirêkek din e. Divê ez hestiyên xwe xurt bikim, lê ji aliyê din ve divê ez qelew nebim. Ev xwarinek bi baldarî hewce dike, lê ez nikarim wiya bikim. Ya girîngtir ew e ku divê proteza min bi berdewamî were guhertin. Di her guhertina protezê de hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê manewî ve pirsgirêkên min hene. Ji bo peydakirina proteza minasib an jî xweadaptekirina wê de zehmetî çêdibin, ji ber ziravbûna çermê lingê min birîn hene û ez nikarim bi wan re rû bi rû bim. Dema muayeneya min a dawîn hat kirin, hat tespîtkirin ku di beşa lingê min a ku bi protezê re digihêje lingê min pir zirav bûye. Ragirtin zehmet e ji ber ku ew dibe sedema êşa domdar. Lê wek ku bijîşk gotiye, di van şert û mercan de ev neştergerî pir zehmet e. Ez di bin van şert û mercan de ji aliyê madî û manewî ve nikarim emeliyat bibim. Di çûn û hatina nexweşxaneyê de jî bi rojan li erdê dimînim. Ez gelek caran naçim, nikarim biçim, ji ber ku nikarim bi kelepçe û lingekî xwe şert û mercan tehemûl bikim. Ji xeynî wê nexweşiya mîdeyê min, nexweşiya gurçikan û di zik de girikek min heye. Şert û mercên girtîgehê bi her awayî min asteng dike. Ez êdî nikarim hay ji xwe hebim, li xwe binêrim.”