Partiya Çep a Kesk bi jinan re hat gel hevdu: Wê jin biguherînin

  • 15:08 29 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk li Îzmîrê hevdîtina bi jinê pêk anî. Ji namzetên parlamenteriyê Semra Kiratli got:"Wê jin bi ser bikevin û wê rengê Tirkiyeyê bi jinan biguhere."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Buroya Hilbijartinê ya Taxa Duduyê ya Navçeya Gaziemirê bi jinan re li ser taştê hatin gel hevdu. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim, Ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Semra Kiratli tevlî hevdîtinê bûn. Li ser taştê jinan gotin wê jin li ser sindoqan bersiva xespkirina mafên jinan û kurdan bidin. 
 
'Wê rengê Tirkiyeyê bi jinan biguhere'
 
Semrayê bi lêv kir ku jin ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiyê jinê li her qadê têkoşînê dewam dikin û got:"Divê jin nêrîna jinê li her malê belav bikin. Wê avakarê welatekî azad û komareke demokratîk jin bin. Wê rengê Tirkiyeyê bi jinan biguhere."
 
'Mafê kurdan ên bingehîn tune tên hesibandin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim da zanîn mafê kurdan ên bingehîn tune tên hesibandin û wiha got:"Tevgera azadiya kurd siyaset û têkoşîna me ye. Em wekî her gelî mafê xwe dixwazin. Em dixwazin ziman û çanda me azad bin. Ev mafê me yê rewa ye. Lê belê tehemula wan li hemberî vê yekê jî tune ye. Dibêjin em misilman in wê demê çima mafê kurdan qebûl nakin. Em ê bi hilbijartinê deriyê aştiyeke bi rûmet vekin."
 
Çalakî bi sohbetê qediya.