'Ayten Donmez bi delîlên sexte û dozgerê hatî hilbijartî ve hat girtin'

  • 12:50 29 Nîsan 2023
  • Hiqûq
ENQERE - Têkildarî girtina namzeta Partiya Çep a Kesk Ayten Donmez, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê daxuyaniyek da û got: "Namzeta me Ayten Donmez bi delîlên sexte, dozger û dadgerên hatine hilbijartin hatiye girtin, bi rapora pisporan wê rastî dê derkeve holê."
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik dabû destpêkirin de, di nav parêzer, rojnameger, siyasetmedar û hunermend heyî de operasyonên binçavkirinê hatin kirin. Di nav de nûçegihana me Bêrîtan Canozer jî heyî 41 kes hatin girtin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez a ku bû hedefa zextan û di 26'ê Nîsanê de hatibû binçavkirin hat girtin û ew şandin girtîgehê. 
 
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirina Aytenê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ji ber ku AKP-MHP ferq dike ku wê rejîma faşîst winda bike, operasyonên feraseta qirêj a bi salan e bi kar tîne. Operasyona qirkirina siyasî ya di rojên dawî de li dehan bajaran ji parêzeran heta hunermendan, ji dayikan heta endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî ya partiya me, li dijî hevalên me pêk hat û di 26'ê Nîsanê de jî bi binçavkirina namzeta me ya Kocaeliyê Ayten Donmez dewam kir. Tevî biryara nepeniyê ya di dosyaya lêpirsînê de jî, ji deqeyên destpêkê yên binçavkirinê de bi wêneyên sexte ku pêşkêşî çapemeniyê kirin, hewl dan ferasetekê çêbikin. Li gorî encamên sûc ên alîgir ên cendirmeyan, namzeta me bi delîlên derew bi destê dozgerên taybet û dadwerên hatine hilbijartin hat girtin û bi vî rengî operasyonên ferasetê dewam kirin.
 
Em dixwazin bersiv bidin wan pirsên me; 
 
* Çapemeniya we ya alîgir çawa gihîştiye wan agahiyên ku der barê wan de biryara nepenîtiyê heye û parêzer jî nikarin xwe bigihînin wan?
 
* Ev agahî ji aliyê Wezîrê we yê Karên Sûc ve hat dayîn?
 
* Ma ne diyar e ku ev agahî ji aliyê wezîrê we ve weke planeke siyasî hatiye organîzekirin?
 
* Dema ku encamên pispor û qeydên HTS'ê yên ji aliyê parêzerên me ve hatine xwestin ji aliyê saziyên serbixwe ve bên nirxandin, wê rastî derkeve holê û wê derkeve holê ku wêneyên sexte yên we weşandine, ne kesên namzetê me ye. Di vê rewşê de divê hemû berpirsyar bi taybetî Serokomar û Wezîrê Karên Sûc îstifa bikin?
 
* Em dixwazin raya giştî bizane ku namzeta me ya parlamenteriyê Ayten Donmez di dilê vî gelî de wekîl e. Tu komployê wê vê rastiyê neguherîne. Operasyonên we wê nikaribin me ji rêya me dûr bixin."