Şehba 2 roj in di tariyê de ye

  • 12:26 29 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê ev 2 roj e şêniyên herêma Şehbayê di tariyê de ne. Xelk ji bo ronîkirinê fanos û mûman bi kar tînin.
 
Ev 2 roj e li herêma Şehbayê jeneratorên kehrebeyê hatine sekinadin. Koçberên Efrînê û şêniyên xwecih ên herêmê yên li kamp û malên wêranbûyî didmînin, şeva xwe di tariyê de derbas dikin.
 
Ji ber dorpêça girankirî ya hikumeta Şamê ku nahêle sotemenî bikeve herêmê, di 8`ê nîsanê de saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan daket 2`yan. Di 27`ê Nîsanê de jî mazota mayî jî xilas bû û kehrebe bi temamî qut bû. Bi qutbûna kehrebeyê re xelkê herêmê neçar maye ku fanos û mûman bi kar bîne. 
 
Hikumeta Şamê di nîvê meha Nîsanê de dorpêça li ser Şehbayê girantir kit û derbaskirina sotemenî, derman û madeyên din bi temamî asteng kirin.