Di 11 mehan de 30 rojnameger hatin girtin: Hûn nikarin bêdeng bikin

  • 09:22 29 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Li  hember Çapemeniya Azad di 11 mehan de sê caran operasyon pêk hat û gelek rojnameger hatin girtin. Rojnamegeran bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku heta îro li dijî operasyonan dengekî xurt nehatiye derxistin û gotin rojnameger bêdeng namînin.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 134 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 28 kes hatin girtin. Rojnamevan Mehmetşah Oruç, Berîtan Canozer, Abdurrahman Gok û Remzî Akkaya bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 
 
30 rojnameger girtî ne
 
Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê daye destpêkirin de midûra ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Îdianameya rojnamegeran 10 meh şûnde hat amadekirin û rûniştina yekem wê 11’ê Tîrmehê de bê dîtin.
 
Di 29’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya serdozgeriya komarê ya Enqereyê da destpêkirin de midûra karê nivîsan a ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamegeran wê di 16’ê Gulanê de bê dîtin. Bi operasyona dawî niha 30 rojnameger girtîne.
 
Li dijî girtina rojnamegeran bertek didomin. 
 
Pinar Gayîp: Rojnamegerên bi rûmet û bi cesaret
 
Edîtora ETHA'yê Pinar Gayîp der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ji hilbijartinan re demek nêz maye û deshtilatdariyê ji bo kursiya xwe çapemeniya azad hedef girtiye, di salekê de li hember JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê 3 caran operasyon hatiye kirin û got: 
 
“Rojnamgerên hatin girtin li Kurdistanê sûcên leşker û polîsan bi her kesî dan bihîstin û hedef hatin girtin. Tevî hedef hatin girtin jî şûnde gav navêjin. Rojnamegerên bi rûmet û bi cesaet in. Operasyona hatiye kirin gava bidestxistina hilbijartinan e.”
 
‘Em şahidê berxwedana Berîtanê ne’
 
Pinarê balkişand ser girtina rojnameger Berîtan Canozer û da zanîn ku Bêrîtan di encama agahiyên derew de hatiye binçavkirin û wiha vegot: “Bi girtina Berîtanê dixwazin dengê jin û zarokan biçewisînin û  sûcên li hember jin û zarokan dernekevin holê. Em ê rojnamegerên jin hîn bêtir têbikoşin û pênûsa Berîtanê li erdê nehêlin. Çapemeniya azad nikare bêdeng bimîne.”
 
Bariş Altintaş: Girtin amadekariya hilbijartinan e
 
Dîrektorê  Komeleya Xebatkarên Hiqûq û Çapemeniyê (MLSA) Bariş Altintaş jî got vê operasyonê ew matmayî nehiştine û wiha domand: “Ji hilbijartinan re demek kurt maye û ev operasyon amadekariya hilbijartinan e. Di demek wisa de pêkhatina operasonê ne tesaduf e. Bi sedemên vala hevalên me hatin girtin. Divê li dijî vê faşîzm û dijhiqûqiyê deng hîn bêtir bilind bibe.”
 
Fatoş Erdogan: Hestiyariyek têr nehat nîşandan
 
Nûçegîhana Ajansa Dokuz 8 Haber Fatoş Edogan jî diyar kir ku ev êrîş ji êrîşên li hember Kurdan cudatir nayê destgirtin û wiha daxuyand: “Tevî hemû êrîş û zextan çapemeniya azad her tim heqîqet nivîsî û bû dengê gelan. Ev demek dirêj e têkoşînek girseyî nayê dayîn. Divê rêxistinên pîşeyî piştgiriyê bidin rojnamegeran. Ne pêkan e rastî bên bêdengkirin. Divê em ligel hevalên xwe yên ku rastiyê dinivîsin bin. Ew bêdeng neman û wê bêdeng jî nemînin.”