‘Wê gel ewlehiya sindoqan bigire’

  • 09:11 29 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL- Jinên Partiya Çep a Kesk  diyar kirin ku desthilatdarî di pêvajoya hilbijartinê de di ewlehiya sindoqan de berpirsyariyê nagire û gotin: “Berpirsiyariya ku dewlet nagire, gel û Partiya Çep a Kesk bigirin. Em ê di sindoqan de bi desthilatdariyê şûnde gavê bidin avêtin.
 
Li Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Partiya Çep a Kesk bênavber didomin. Partiya Çepên Kesk li gel bajarên Kurdistanê, di heman demê de li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî xwedî îdia ye. Sazî û dezgehên sivîl di xebatên xwe yên hibijartinê de bal dikişînin ser parastina sindoqan. 
 
Jinên Partiya Çep a Kesk derbarê ewlehiya sindoqan de ji ajansa me re axivîn.
 
'Divê sindoq baş bên parastin'
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Şîşlî Îlknur Akgul Ardiç da zanîn ku ewlehiya sindoqan gelek girînge û ji bo azadiya hilbijartinan û ewelehiya gel Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) jî gelek girînge. Îlknurê wiha dirêjî dayê: “Ji bo ewlehiya sindoqan divê peywirdar gelek girîng û baldar nêz bibin. Divê muşahîd sibehê zû biçin ser sindoqan û her tiştî bişopînin. Yanî piştî îmzeya şil karê me naqede. Me hilbijartinên din de dîtin ku piştî îmzeyan zarf hatine vekirin û yên nû xistine şûna wan, xistine çewalan û avêtine çopê. Ji ber vê divê sindoq heta ku diçin YSK’ê baş bên parastin.”
 
‘Jin dixwazin pêşerojê xilas bikin’
 
Îlknurê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di ewlehiya sindoqan de gel xwedî rolek mezine û wiha vegot: “Ligel vê berpirsyariya jinan jî mezine. Divê her jinek însiyatifê bigire. Jin pir bi rêxistinin. Jin êdî dixwazin pêşerojê xilas bikin. Pêvajoya hilbijartinan de desthilatdarî tu berpirsyariyê nagire. Dewlet berpirsyariyê nayne cih. Ewlehiya sindoqan dewlet nagire. Lê em wek gel wê ewlehiya sindoqan bigirin. Wê Partiya Çep a Kesk ewlehiyê bigire. Ev hilbijartin ji bo jin, zarok, bindest û her kesî gelek girînge.”
 
‘Em ê şûnde gavê pê bidin avêtin’
 
Anî Kalk ya di rêveberiya Partiya Çep a Kesk de cih digire jî nêrînên xwe anîn ziman û daxuyakirin ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi desthilatdariyê şûnde gavê bidin avêtin û wiha domand: “ 21 sale desthilatdariya faşîst vî welatî bi rêve dibe. Wek her hilbijartinê çi ji destê me bê em ê  bikin. Em ê bi destilatdariyê şûnde gavê bidin avêtin. Ji b parastina sindoqan em ê peywira xwe bînin cih. Ev peywira me ya herî mezine.Divê her kes roja hilbijartinê dest ji karê xwe berde û xwedî li sindoqan derkevin.”
 
Hêviya guherînê
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk a Tekîrdagê Gulşen Daşdogen jî destnîşan kir ku wê roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derkevin û cihên peywira xwe terk nekin. Gulşenê diyar kir ku ji bo sindoq bi awayekî ewle bigihêjin cihê xwe, wê xebatên xwe bimeşînin û wiha dawî lê anî: “Min li qadan hêviya guehrînê dît. Bi sindoqan wê hêvî bê dîtin. Em bawer dikin wê 14’ê Gulanê de rejîm biçe.  Emê dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk û rejîma yek mêrî bişînin. Wê îradeya me ji sindoqan derkeve.”