Pervîn Buldan:Em ê 14’ê Gulanê de biserkevin

  • 22:10 28 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku Partiya Çepên Kesk wê dengê xwe bide Kiliçdaroglû û got: “Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin. Em ê 14’ê Gulanê de biserkevin.”
 
Partiya Çep a Kesk li Qada Dortyolê ya navçeya Esenler a Stenbolê bi gel re hat ba hev. Girseya ku beriya civînê hat qadê li ber stranan govend gerandin. Gelek kesan li ber standa AKP'ê ya li qadê bi al û tabelaya gurê boz xwestin provokasyonan bikin. Girseya ku nehat provokasyonê gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çep a Kesk Pervîn Bûldan, Namzetê Parlementeriyê yê Stenbolê Hasan Cemal, Sirri Sureyya Onder û gelek kes tev li civînê bûn. 
 
Sirri Sureya Onder balkişand ser kesên hewl dan provokasyonê bikin  û got: “Em ji bo şer bikin nehatine vir. Gel êdî bêzar bûye. Em êdî ji kesên ku li vî welatî tovên dijminatiyê datînin, bêzar bûne. Êdî dem hatiye ku em bêjin bes e. 14’ê Gulanê roja bi dawîkirina vê yekê ye."
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çep a Kesk a Wanê Pervîn Buldan jî anî ziman ku Qada Esenlerê ya her kesê ye û got: “Ev qad ya Kurd, Tirk, Ermen, Suryan, Elewî, jin û ciwanan e. Ji ber vê yekê ew çi bikin bila bikin wê nekaribin yekîtî, xuşk û biratî, têkoşîn û berxwedana me rawestînin."
 
‘Dengek ji bo partiya me dengek bo Kiliçdaroglu’ 
 
Pervînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger me ew têk bir, em soz dikin ku di vê 
hilbijartinê de jî têk bibin. Ji ber ku gel biryara xwe da û wê biguherînin. Di 14’ê Gulanê de her kes wê biçin ser sindoqan û du deng bidin. Em ê yek bidin Partiya Çepên Kesk. Dengê duyemîn jî bidin Kemal Kiliçdaroglû ku wê şûna Recep Tayyîp Erdogan were."
 
Pervînê diyar kir ku ew ê teqez kesên ku li vî welatî dijminatiyê dikin, Kurdan tune dihesibînin û înkar dikin, gelên Tirkiyeyê înkar dikin, siberoja jinan tarî dikin û xeyalên ciwanan didizin, bişînin û ev tişt anî ziman: “Em ji niha ve bi bawer in ku encamên hilbijartinê wê aramiyê bi xwe re bîne. Me Partiya Çepên Kesk bi al, dirûşme û peyamên xwe li her derê Tirkiyeyê belav kir. Em li vir bersiva Erdogan didin û dibêjin, qezaya hilbijartinan nabe. Em ê vî karî di tûra yekem de biqedînin, em ê ji qezayê re nehêlin.”
 
Pervînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baweriya min heye ku, wê dengên Stenbolê sê qat zêde bibe. Nûnerên Partiya Çepên Kesk bi awayekî xurt bişînin meclîsê. Hêza ku wê birêz Kiliçdaroglû bike Serokkomarê vî welatî, gelê me yê li Stenbolê ye. Rêya me hemûyan vekirî be. An serkeftin an serkeftin.”
Girse, piştî axaftina Pervînê girse belav  bû. Di vê navberê de alîgirên AKP’ê yên li qadê hewl dan êrîşê girseyê bikin.