Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê bi coşek mezin didomin

  • 21:10 28 Nîsan 2023
  • Rojane

MÊRDÎN – Partiya Çep a Kesk, di çarçoceya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li gundan xebatên hilbijartinê bi coş û kelecanek mezin didomînin.

Partiya Çep a Kesk, di çarçoceya 14’ê Gulanê Hilbijartinên Giştî de li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên xwe yên gundan didomînin. Li bajarokê Ewêna ya navçeya Stewrê bûroya hilbijartinê hat vekirin. Namzeta Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Alaaddîn Turan, Hevşaredara Stewrê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Gulîstan Oncû û gelek kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû.

‘Em ê teqez bi ser kevin’

Beriya vekirina buroyê girseyê bi tilîliyan govend gerand. Destpêkê de Hevserokê HDP’ê ya Mêrdînê Alaaddîn Turan axivî. Alaaddîn, bi lêv kir ku ev hilbijartin ji bo wan gelek girîng û dîrokî ye û bi lêv kir ku hilbijartina ku “hebûn û tunebûnê ye” divê gel bersivek xûrt bide. Piştre namzet Bêrîtan Guneş axivî. Bêrîtan, destnîşan kir ku her buroya wan a hilbijartinê vedigûhere mitîngê û  anî ziman kuev coş ji bo serkeftinê dibe hêvî. Bêrîtn, bal kişand ser operasyona ku navenda wê Amedê pêk hat û wiha got: “Em ji wan natirsin. Em neviyên Şêx Saîd û Seyît Riza ne. Em ê tu carî serî netewînin. Ji hilbijartinan re 16 roj man. Di 15’ê Gulanê de em ê teqez bi ser kevin û vê cejnê pîroz bikin. Em li vir in û em ê bi ser kevin.”

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.

Artuklu

Bi tevlîbûna namzet Leyla Kaya û partiyan ve li gundên Bugday û Hoyuklu ya Artûklu serdan hat kirin. Di serdanê de welatiyan eleqeyek mezin nîşan da.  Welatiyan piştre bi alên Partiya Çep a Kesk govend gerand.

Mîdyat

Bi tevlîbûna namzet George Aslan, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û partiyan ve li navçeya Mîdyatê û tekstîlan serdan hatin kirin. Di dema serdaê de fikr, nêrîn û daxwazên gel hatin girtin.

Nisêbîn u Qoser

Li Nisêbînê jî jinan li gundê Sitilîlî hevdîtina jinan pêk anî. Rêxistinên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê yên Nisêbînê û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de fikrên jinan ên li ser hilbijartinê, pirsgirêkên ku dijîn û daxwazên xwe anîn ziman. Li Qoserê jî di serdanên malan de di hilbijartinê de rola jinê ya di hilbijartinê de hat nîqaş kirin.