Seroka IFJ’ê Domînîqûe bertek nîşanî girtina rojnamevanan da

  • 16:49 28 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî Domînîqûe Pradalîé, got ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha vekirî ya cîhanê. 
 
Bertekên li dijî operasyonên li hemberî rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermendan berdewam in. Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîe, bersiva pirsên Serkan Demîrelê ji Televizyona Medya Haberê dan.
 
Domînîqûe, bertek nîşanî êrişên li hemberî rojnamevanan da û got: "Çend salên dawîn ku rejîma li ser serê Tirkiyeyê gelek rojnamevan, parêzer girtin û gelek ji wan neçarê sirgûnê bûn, em ji nêz ve dişopînin. Tirkiye, bi taybetî rojnamevan Kurd, ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha vekirî ya cîhanê.’’
 
Domînîqûe, anî ziman ku êrişên li hemberî rojnamevanên kurd, perçeyekê polîtîkaya tepisandina daxwazên kurdan a hikûmeta tirk e û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê ya jî li derên din, hemû rojnamevanên durist û bi serê xwe dixebitin, ji aliyê rejîmên otorîter ve tên armanckirin. Mixabin, rojnamevan kurd jî ji ber ku karê xwe bi duristî dikin û kurd in, dibin armanc. Rojnamevanên kurd, di heman demê de mexdûrên rewşa bi şer a li welêt in. Hikûmet, êrişê kesên dengê kurdan ragihînin dike."
 
Domînîqûe, îşaret pê kir ku erişên dawîn ku di pêvajoya hilbijartinê de pêk hatine, bi erêkirina hikûmetê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Girtina parêzer, siyasetmedar û hunermend bi awayekê nezagonî û kêfî, nabe ku mirov qebûl bike. Me Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, bi cîhanê da zanîn ku em bi hevpîşêyên xwe yên girtî re ne."