Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk didomin

  • 16:48 28 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetan serdana gel û dikandaran kirin, şahî li dar xistin û banga beşdariya mitîngên Aydin û Mûglayê hat kirin. Namzetan gotin:"Em ê di 14’ê Gulanê de bi awayek xurt biçin Meclisê."
 
Partiya Çep a Kesk amadekariyên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê hem li Kurdistan hem jî li Tirkiyeyê bê navber didomîne. Îro jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk li gelek bajaran xebatên xwe berdewam kirin.  
 
Di çerçoveya xebatên hilbijartinan de rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê li gel namzetên xwe yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî li navenda Semsûrê, navçeya Sergolan, Kolik û Besniyê serdana gel kirin. 
 
Namzet Alî Kenanoglû û şandeya li gel wî serdana Kilîseya Mor Petrus û Mor Paulus ên li navenda Semsûrê kirin û piştre jî li navendê serdana dikandaran û gel kirin. Li dikandaran û welatiyan belavok belav kirin û li pirsgirêkên gel guhdar kirin. Her wiha şande ji aliyê gel ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
 
Namzet Îzzet Karadag û Meryem Cerîtlî jî çûn navçeya Sergolanê û serdana gel û dikandaran kirin. Li wir şande belavok belav kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên ji ber erdhejê li welatiyan guhdar kirin. 
 
Her wiha namzetê Bulent Çinar û Yuksel Yucedag jî li navçeya Kolikê serdana gel û dikandaran kirin. 
 
Farqîn
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê jî tevî operasyona girtin û binçavkirina jî xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Partiya Çep a Kesk li Cadeya Lîseyê ya navçeya Farqînê buroya hilbijartinê vekir. Namzeta partiyê Adalet Kaya, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. 
 
Adalet Kaya di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku Farqîn her tim cihê şaristanî û berxwedanê bûye û ji bo têkoşîna azadiya kurd cihekî girîng e û got: “Farqînê li ber polîtîkayên yekperest û faşîst qet serî netewandiye. Ev hilbijartin ji bo me hilbijartina man û nemanê ye. Ev hilbijartin hilbijartina şandina vê zîhniyeta faşîst e. Em gelê kurd dikarin li ber vê zîhniyetê rabin û biguherînin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi awayek xurt biçin Meclisê.”
 
Piştî axaftina Adalet, nûnera MEBYA-DER’ê Layihe Arşîment helbesta bi navê “Farqîn” xwend. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Aydin-Mugla
 
Rêxistinên Partiya Çep a Kesk ên Aydin û Mûglayê dê sibê mitîngên hilbijartinê li dar bixin. Rêxistinên her du bajaran jî ji bo beşdariya mitîngê li navendên bajêr û navçeyan belavok belav kirin û xwestin dikandar û xelk tev li mitîngên wan bibe.