Di dosyaya Gulîstan Doku de pêşketinek nû

  • 16:45 28 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdana bersûcê windakirina Gulîstan Doku ya li Dêrsimê berî bi 3 salan hat windakirin Zaînal Abarakov ê ku ji bo şertê kontrola wî ya edlî û qedexeya derketina wî ya dervî welêt bê rakirin hat redkirin.
 
Bersûcê sereke yê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê hat windakirin Zaînal Abarakov ji bo rakirina şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê dabû. Daxwaza Zaînal Abarakov ji aliyê Serdozgeriya Komarê û Dadweriya Cezaya Sulhê ve bi hinceta "gumana sûc heye" hat redkirin.
 
Parêzerê Malbata  Doku Alî Çîmen da zanîn ku piştî lêpirsîna ewil a ku piştî 3 salan dikare bê kirin, ji bo gumanbarê sereke neçe derveyî welat tedbîr hatiye girtin û gumanbarê sereke li dijî vê tedbîrê derketiye. Parêzer got, "Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê û Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Dêrsimê ku ev gilî lêkolîn kirin, bi hinceta gumana sûc heye rakirina kontrola edlî red kir." 
 
Parêzer diyar kir ku divê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov ji ber ku gûman heye derkeve dervî welêt divê gûmanbar bê girtin.