Dorpêça li Şehbayê: Li Şehbayê telefon û înternet jî qutkirî ne

  • 12:18 28 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê de, sinyalên telefonan û înternet li herêmê bi temamî qut bûn.
 
Ji duh êvarê de ji ber dorpêça hikumeta Şamê, xilasbûna mazotê û rawestandina jeneratoran, hemû şebekeyên peywendiyan ên telefonan û înternetê li Şehbayê ji xizmetê derketin.
 
Çend saet piştî qutbûna kehrebeyê, ji ber ku şehnê betariyên eneriyê yên bircên peywendiyan vala bûn, şebekeya telefon û înternet jî qut bû.
 
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê, li Şehbayê jenerator hatine rawestandin û kehrebe bi temamî ji ser koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê qut bûye.
 
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Efrîn û Şehbayê demek berê saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan daxistibû 2 saetan û duh bi daxuyaniyekê hişyarî dabû ku hemû jeneratorên li herêmê werin rawestandin.
 
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê jî duh daxuyaniyek dabû û hişyarî dabû ku ji ber dorpêçê dibe ku li herêmê karesateke mirovî rû bide. Her wiha bang li aliyên hiqûqî kiribû ku dawî li dorpêçê bînin û bi taybet madeyên mazot û ard tavilê derbasî herêmê bikin.