14 kesên din jî sewqê edliyê kirin

  • 11:46 28 Nîsan 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê 4 parêzer di nav de 14 kes sewqê edliyê kirin. 
 
Di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin û di encamê de 128 kes hatin binçavkirin. Ji nav van kesan heta niha 28 kes hatin girtin, 31 kes jî hatin berdan.
 
Îro danê sibê parêzer Resul Temur, Mehmet Oner, Zozan Acar û Pîrozhan Karalî di nav de heyî 10 kes sewqê edliyê kirin.