Li girtîgehê li dijî guatra jehrî têdikoşe

  • 09:21 28 Nîsan 2023
  • Rojane
 
AMED - Nexweşa girtî Rihan Kavak Ozbek a ku ev 7 sal in di Girtîgeha Jinê ya Sîncanê de ye bi nexweşiya guatrê ye. Tevî nexweşiyên zêde dibin jî Rihanê nayê berdan. 
 
Binpêkirina mafên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 2022'yan li girtîgehan 651 jê giran bi tevahî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan yek jê jî Rihan Kavak Ozbek e.
 
7 sal in girtiye
 
Rihanê dema Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sûrê dike di 3'yê Adara 2016'an de tê binçavkirin û piştî lêpirsîna 4 rojan a bi îşkenceyê tê girtin. 5 zarokên Rihanê hene û yek jê ji sedî 90 astengdar e. Rihanê piştî hat girtin sirgunî Girtîgeha Jinê ya Sîncanê hat kirin. Rihanê di Çileya 2019'an de ji ÎHD'ê re nameyekê dişîne û dibêje ew di Adara 2018'an de bi teşhîsa guatira jehrî sewqî Nexweşxaneya Nimûneyê ya Enqereyê hatiye kirin. Rihanê di nameya xwe de got ji bo tedawiya wê divê 4 dermanê THYROMAZOL bê bikaranîn. 
 
Ne li leşkeran li nexweşa girtî lêpirsîn vekirin
 
Rihanê piştî du mehan ji bo kontrolê diçe nexweşxaneyê û ji ber astima xwe dibêje ew nikare li wesayita rîngê siwar bibe. Lê belê dîsa jî wê bi vê wesayitê dibin nexweşxaneyê. Rihanê di heman demê de di nameya xwe de anî ziman ku li nexweşxaneyê bi destdirêjia leşker rû bi rû maye û nêzîkatiya wan ne baş e. Tevî ku Rihanê daxwaznameyê dide jî lê belê ne di derbarê leşker de derbarê wê de lêpirsîn tê vekirin. Nexweşiyên Rihanê yên mîna guatra jehrî, hipertiroid, fitixa piştê, astim, helandina hestiyan, nexweşiya gurçikan, mezinbûna çav, dûzbûna stû hene. Di nava şert û mercên girtîgehê de nikare tedawî bibe. 
 
Lêpirsîna 'wesayit neecibandiye'
 
Rihanê her çiqas daxwaza wesayitên normal bike jî ev bê bersiv ma. Rihanê ji ber li wesayita rîngê siwar nebû gelek caran nikaribû biçe nexweşxaneyê. Rêveberiya girtîgehê jî got;"Ji ber wesayit neecibandiye loma jî neçû nexweşxaneyê." Li ser vê yekê derbarê Rihanê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
'Divê Rihanê serbest bê berdan'
 
Hafize Îpek a bi bi Rihanê re di heman qawişê de bû da zanîn nexweşiya Rihanê zêde bûye û emeliyat bûye. Hafizeyê da zanîn piştî emeliyatê şertên girtîgehê hîn bêtir zorê didê. Her wiha Hafizeyê da zanîn Rihanê nikare zaroka xwe ya astengdar bibîne û got:"Pêdiviya zarok bi hezkirina dayikê heye. Zarok nikare pêdiviyên xwe bîne cih. Loma divê Rihayê demildest bê berdan. Ji ber bi zaroka xwe ya nexweş nikare eleqeder bibe jî wekî derûnî xwe ne baş his dike. Hem ji bo tendirustiya Rihanê hem jî ji bo ya zaroka wê divê bê berdan."