Saliha Aydenîz: Em ê bi serkevin

  • 21:20 27 Nîsan 2023
  • Ramyarî
MÊRDÎN – Li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên hilbijartinê ku berdewam dike, li navçeya Mehsertê buroya hilbijartinê hat vekirin. Li vê derê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz a ku axivî, got: “AKP li Kurdistanê bûya partiya tabelayê. Em ê bi ser kevin.”
 
Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya Hişbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên xwe bênavber didomîne. Li Mêrdîn û navçeyên wê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz, namzet Bêrîtan Guneş, Kamuran Tanhan, George Aslan û Leyla Kaya, Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Sureyya Dundar, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û partiyan ve serdana rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyan hat kirin. Di dema serdanan de fikrên derbarê hilbijartinê û daxwaz hatin guhdarkirin.   
 
‘Em bi gelê xwe re dimeşin’ 
 
Heyet piştre derbasî Taxa Cumhuriyet a navçeya Mehsertê bûn û li vir bûroya hilbijartinê hat vekirin. Li vê derê piştî govendên hatin gerandin Saliha Aydenîz axivî. Saliha, bi lêv kir ku bi rojan in xebatên hilbijartinê bê navber didomînin û got ji ber biryarbûna gel îktîdara AKP’ê winda kiriye. Saliha, destnîşan kir ku “AKP li Kurdistanê bûya partiya tabelayê” û da zanîn ku îktîdar polîtîqayên xwe ji avabûna komarê ve digire. Saliha, da zanîn ku îktîdar ji ber polîtîqayên xwe yên qirêj gihiştiye asta xilasbûnê û wiha axivî: “Îktîdara AKP’ê ji ber sekna jin û gelê kurd gihiştiye asta tunebûnê. Ji ber vê yekê êrîşên xwe zêde dike. Ji ber ku xilas bûne êrîşê jinên kurd, siyasetmedar û gelan dikin. Xeynî zilm, zordarî û girtinê tiştekî ku bidin kurdan tuneye. Wek partî bi tena serê xwe newêrin kolanan de bigerin. Bi  artêşekê dimeşin. Lê em bi gel, ciwan û jinan re dimeşin. Ew ji ber ku biryariya me ya têkoşîn û berxwedanê dibînin zêdetir êrîş dikin.”
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Saliha, bal kişand ser operasyonên ku navenda wê li Amedê pêk hat û wiha pê de çû: “Em dizanin ku ev operasyon li dijî operasyonê hatiye kirin. Ji ber ku ew jî zanin ew winda kirine û tirs li wan girtiye. Bi tirs û destê darazê dixwazin xebatên xwe yên bimeşînin. Bi destê darazê jÎ dixwazin xebatên me astang bikin. Lê ew çixwasî êrîş dikin bila bikin ew xilas bûne. Ew ê tu carî bi ser nekevin. Sekna gelê kurd û tiaqa kurda serbikeve. Em ê li Mehsertê dîrok binivîsin. Em ê bi ser kevin. Serkeftin ya gelê me be.”
 
‘Em ê teqez bi ser kevin’
 
Piştî axaftinê vekirina bûroya hilbijartinê bû. Partiyan piştre derbasî Taxa Sakarya ya navçeya Nisêbînê û li vir serdana bûroya hilbijartinê ya jinan kir. Gel bi tililiyan û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” partiyê pêşwazî kir. Li vê derê namzet Bêrîtan Guneş axaftinek kurt kir û bi lêv kir ku gel bi biryariya xwe ji îktîdarê re bersivek mezin dide û got dê 14’ê Gulanê de teqez bi ser kevin. 
 
Di heman demê de li navçeyên din jî xebatên hilbijartinê bi coşek hat meşandin.