Li Amedê hejmara kesên hatin girtin zêde dibin

  • 21:11 27 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED- Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin girtin, gihîşt 12'an.
 
Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 134 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 12 kes hatin girtin.
 
Rojnamevan Mehmetşah Oruç, Berîtan Canozer, Abdurrahman Gok û Remzî Akkaya bi îdiaya "endamtiya rêxistinê"" hatin girtin. Piştî rojnamevanan 8 kesên din jî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin.
 
Dadgeriya Ceza ya Sulhê Devrîm Ronî Atîk, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Cotkar Amara û Mehdî Kaya jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt. 
 
3 parêzer hatin berdan
 
Ji parêzerên hatin binçavkirin Eylul Ozgultekîn, Gûrbet Ozbey û Jiyan Sametoglû hatin berdan.
 
2 şanoger hatibûn berdan
 
Her wiha ji şanogerên ku hatibûn binçavkirin Elvan Koçer, Şahperî Alphan Bayhan jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.