Li Semsurê Partiya Çep a Kesk bertek nîşanê girtinan da

  • 19:58 27 Nîsan 2023
  • Rojane
 
SEMSÛR - Partiya Çep a Kesk li gelek navçeyên Sûrê bi gel re hatin gel hev. Li Bahçelîevler di vekirina buroya hilbijartinê de li dijî girtina rojnamegeran bertek hat nÎşandan.
 
Ji hilbijartinan re demek nêz ma û xebat bê navber didomin. Namzetên Partiya Çep a Kesk a Semsurê  li navçeyên Gerger, Kahta û Bêhiştî bi gel re hatin gel hev. 
 
Namzet piştre derbasî taxa Bahçelîevler ya navendê bûn û buroya hilbijartinê vekirin. Gelek kes tevli buroyê bûn. Jinan kurdeleya buroyê vekirin.
 
Namzet Alî Kenanoglu axivî û bertek nîşanê operaysonên binçavkirin û girtinê da û dfiyar kir ku di erdhêjê de her kesî welatî jibîr kir lê Partiya Çep a Kesk û HDP’iyan gel ji bîr nekiriye, ji ber vê jî operasyon hatin kirin û rojnameger hatin girtin.
 
Piştî axaftinan buro hat vekirin.