Bertekên li dijî girtina rojnamegeran didome

  • 19:54 27 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Bertekên li dijî girtina rojnamegeran didomin. Tifaqa Kedk û Azadiyê daxuyaniyek da û diyar ki rku roj ne roja bêdengiyê ye , roj roj bilkindkirina denge.
 
Di 25'ê Nîsanê de, di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran 134 kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 14 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Rojnamevan Abdurrahman Gok, Berîtan Canoer, Mehmet Şah Orûç û Remzî Akkaya piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê her çar rojnamevanan de biryara girtinê da.
 
Bertekên li dijî operasyon û girtinan didome. Tifaqa Ked û Azadiyê daxuyaniyek der barê mijarê da da û da zanîn ku ev darbeyeke qesrê ya li hember hilbijartinane û da zanîn ku ev operasyona kumpasê ye. Tifaqê daxuyakirin ku faşîzm winda dike û wê gel û kedkar bisekevin, qehr be faşîzm, bijî çapemeniya azad.
 
Li aliyê din li ser çapemeniya civakî li dijî girtina rojnamegeran bertek hatin nîşandan.
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Wê faşîzm têk biçe. Qehr be faşîzm. Bijî çapemeniya azad.
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk a Wanê Hevîn Kiye: Rojnamegerên çapemeniya azad tu carî li ber faşîzma we çok venedan û dê çok venedin. Hûn bi kelepçe û destbendên xwe nikarin dengê heqîqetê bibirin. “Faşîzm dê têk biçe, bijî çapemeniya azad.”
 
Seroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn: Bijî çapemeniya azad. Wê ev roj derbas bibin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca: Wê faşîzm têk biçe. Bijî Çapemeniya Azad.
 
Hunermend Sakîna Teyna: Wê faşîzm têk biçe. Tu car mereq nekin. Wê bicehmin û biçin. Bijî çapemeniya azad.
 
Parêzer Nuray Çevîrmen Aykol: Wê nebaşiya we belav bibe û hunê biçin ser sergoyê dîrokê. Bijî çapemeniya azad.
 
Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiyê ya Civakî Pelîh Kahîlogullari: Wê faşîzm têk biçe. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun: Em ê bersiva xwe di 14’ê Gulanê de bidin.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rojnamegera Jinnewsê Berîtan Canozer hat girtin. Berîtan bû dengê jinan. Emê bersivê 14’ê Gualnê de bidin.
 
Rojnameger Sîbel Yukler: Berîtan Canozer bi hinceta ku dema nûçeyan dişopîne gelek bi kelecane hat girtin.  Di 8 salan de bi dehan carî hat girtin doz lê hat vekirin. Lê tu car dest ji rojnamegeriyê berneda.
 
DÎSK Basin Îş: Berîtan Canozer ya endama me hat giritn. Em bang li hemû kesî dikin ligel rojnamegeran cih bigirin.
 
Ekmek ve Gul: Rojnamegera Jinnewsê Berîtan Canozer hat girtin. Wê pênûsa hevalên me li erdê nemîne.
 
Hevseroka DFG Dîcle Muftuoglu: Faliyetên rojnamegeriyê carek din sûc hatin hesibandin.
 
Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê ji bo wselatekî azad ji bo rojnameger û jin azad bikin biçin ser sindoqan.
 
Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Hevpîşeyên me berdin.
 
Parastina Jinan: Çapmeneiya Azad nikare bê bêdengkirin. Em ligel Rojnamegerane.
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Berîtan Canozer û sê hevpîşeyên xwe îro hatin girtin.  Em bang dikin hun nikarin rojnamegeran bêdeng bikin.
 
Cemiyeta Rojnamegeran: Em operaysonê şermzar dikin. Rojnamegerî ne sûc e.