Ji nûnerên çapemenî û hiqûqê bertek: Rojnamegeran serbest berdin

  • 17:03 27 Nîsan 2023
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên çapemeniyê û hiqûqê binçavkirina li 21 navendan pêk hatî şermezar kirin û gotin: "Rojnamegerên kurd her carî dibin hedef. Divê kesên ku hatin binçavkirin serbest bên berdan." 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatibûn binçavkirin. Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer û rojnamegevan, Abdurahman Gok, Mehmetşah Orûç û Remzî Akaya ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê Berîtan, Abdurahman Gok, Mehmetşah û Remzî de biryara girtinê da.
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirinan didome. Nûnerên rêxistinên çapemenî û hiqûqê bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da. 
 
Midûra CFWIJ'ê Damla Tarhan, bertek nîşanî girtinan da û got: "Li Tirkiyeyê mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike. Bi salan e rojnameger ji ber kar û barê xwe tên cezakirin. Bi taybetî jî rojnamegerên kurd ji ber nasnameya xwe tên hedef nîşandan. Her roja ku derbas dibe hejmara girtina rojnamegeran zêde dibe. Divê herkes li dijî neheqiyê dengê xwe bilind bike û nêrazîbûnê nîşan bide. Divê demildest rojnamegerên hatin girtin serbest bên berdan. 
 
'Em li gel rojnamegeran e'
 
Navenda Azadiya Medya û Çapemeniyê ya Ewropayê  (ECPMF) Koordînatorê MFRR'ê Gurkan Ozturan wiha got:"Me bi caran çavdêriya polîtîkayên çewisandinê û zextên sîstematîk kirin. Ev sê carin bi awayekî komî rojnamegeran dikin bin çavan. Medya ji bo mafên civakê û azadiyê elzem e. Em banga xwe ya berdana rojnamegeran dubare dikin. Em ê tim di nava piştevaniyê de bin. Em li gel rojnamegeran e."
 
'Ev operasyona qirkirina siyasî ya berî hilbijartinê ye'
 
Parêzer Çigdem Kozan da zanîn ev operasyona qirkirina siyasî ya berî hilbijartinê ye û wiha got:"Berî hilbijartinê rojnameger, siyasetmedar, hunermend hatin binçavkirin û girtin. Îktidar dixwaze aliyekî civakê krîmînalîze bike. Dîsa parêzera endama OHD'ê jî di bin çavan de ye. Dixwazin faliyetên parêzeriyê krîmînalîze bikin. Divê hemû aliyên civakê ji bêhiqûqiyê re bibêje na."