Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan

  • 15:15 27 Nîsan 2023
  • Rojane
 
AMED - Endam û rêveberên Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê û Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê bertek nîşanî binçavkirinên li 21 bajaran pêk hatin dan û diyar kirin ku operasyonê ewlehiya hilbijartinê xistine talûkeyê. 
 
Endam û rêveberên Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî binçavkirina rojnamevan, parêzer, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de daxuyanî dan. TMMOB’ê li avahiya Odeya Ednezyarên Madenê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Rêvebera Odeya Endezyarên Madenê Zeynep Ogûz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew zext û operasyonên dijhiqûqî û sîstematîk li ser hevpîşeyên xwe û azadîxwazan şermezar dikin. Zeynep da zanîn ku kesên mîna îktidara siyasî nafikirin tê xwestin bêbandor bên hiştin û got: “Hûn çi dikin û bikin em ê nebin mîna we. Em ê wek xwe bimînin. Li dijî hevalên me her ku diçe êriş û zext zêde dibin. Hevalên me yên ku vî bajarî diparêzin hatine binçavkirin.”
 
Zeynep diyar kir ku ev operasyon ji hilbijartinê qût nîne û wiha got: “Ev hilbijartin li dijî hilbijartinê pêk hatiye. Em ê li ber zextên we serî netewînin û carek din dibêjin, demildest dawî li neheqiyan bînin û hevalên me werin berdan.” 
 
Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê jî têkildarî binçavkiriyan daxuyaniyek nivîskî da û binçavkirinan şermezar kir û diyar kir ku ev oeprasyon li dijî hilbijartinê hatiye lidarxistin û ew dixwazin hilbijartinek adilane û demokratîk were lidarxistin. Platformê xwest ku hemû binçavkirî demildest werin berdan.