Rojnamevan hatin girtin

  • 15:10 27 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED - Rojnamevan Bêrîtan Canozer, Abdurahman Gok, Mehmetşah Orûç û Remzî Akkaya ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amed bû de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatibûn binçavkirin. Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer û rojnamegevan, Abdurahman Gok, Mehmetşah Orûç û Remzî Akaya ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê Berîtan, Abdurahman Gok, Mehmetşah û Remzî de biryara girtinê da.
 
Listikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Şahperî Alphan Bayhan piştî îfadeya li dozgeriyê, lîstikvan Elvan Koçer jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Îfade dayîna rojnamevanên din berdewam dike.