Partiya Çep a Fransayê li dijî binçavkirinan derket

  • 14:48 27 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Fransayê li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên hemwext ku di 25'ê Nîsanê de li gelek bajaran pêk hat nerazîbûn nîşan da û got, "Dîktator Erdogan ditirse."
 
Partiya Çep a ku komara eko-sosyalîst diparêze, nerazîbûn nîşanê operasyonên qirkirina siyasî ya ku di 25’ê Nîsanê de li dehan bajaran ku navenda wê Amede pêk hat da û û got,"Du hefte beriya hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyeyê, Serokkomar-dîktatorê niha Erdogan ditirse."
 
Partiya Çep da xuyakirin ku rejîma Erdogan "bi her cure êrîş xwîna civakê dirijîne" û got, " Polîtîkaya aboriyê felaketeke û rêvebirina pêvajoya erdhejê ku yek ji çar parên Tirikyeyê serûbin kir, nelirêtiya desthilatdariya faşîst û Îslamî, xemsariya li hemberî berjewendiyên gel bi şênberî raxist pêş çavan.”
 
Partiya Çep da xuyakirin, ku bi dehan hunermend, sendîkavan, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedar hatine binçavkirin û got, "Ev operasyona qirkirina siyasî bi çend hefte piştî ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo hilbijartin di rewşeke aram de pêk bên agirbest îlan kir, çêbû."
 
Partiya Çep ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ku di nava ewlehiyê de bi rê ve biçe ji hikûmeta Fransayê xwest ku hem rasterast li dijî Erdogan û hem jî ji ber di nava Konseya Ewropayê de ku Tirkiye jî endama wê ye bikeve nava tevgerê.
 
Koma Piştevaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (NESS) ku li Awûstralyayê xebat dimeşîne jî diyar kir ku, ew li dijî rejîma Erdogan di nava hevgirtineke xurt de ne.
 
Hevseroka Giştî ya NESS'ê Fîonn Skîotîs daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em bi bersûcên doza Kobanê û hemû kesên ku li dijî rejîma Erdogan a zordar û antîdemokratîk li ber xwe didin re di nav hevgirtineke xurt de ne."